07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Pirsname – Rojbin Özkan

 

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Rojbin Özkan  

  1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Rojbin Özkan: Ya Rebbî!

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Rojbin Özkan: Adem Tepe/Ez im

3-Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Rojbin Özkan: Din û Welat.

4-Tu ji bo çi dijî?

Rojbin Özkan: Boy Rıza Xwedê.

  1. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?

Rojbin Özkan: Aramî û azadî

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Rojbin Özkan: Bi xiret im, Dilsoz im, xebatkar im.

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Rojbin Özkan: Xwendin, xwendin, xwendin.

  1. Egîdê te kî ye?

Rojbin Özkan: Hz. Eyşe.

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Rojbin Özkan: Gimgimê rex çemê sûsê.

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Rojbin Özkan: Pirtûka Xurşit mirzengî/ Belqitî

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Rojbin Özkan: Siyaset

  1. Çi te kelecan dike?

Rojbin Özkan: Nivisandina berhemek nû.

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Rojbin Özkan:Têkçûyin.

  1. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Rojbin Özkan:Bê tifaqî.

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Rojbin Özkan: Helbet Kurdî

  1. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

Rojbin Özkan: Ax û oxên min ji dil tên lê ji ber tîra qizil tên yan jî kovanên di kul tên jê dizêt her xûn û zox: “Mela Ehmedê Cizîrê”

  1. Xewna bextewariya te çi ye?

Rojbin Özkan: Kurdistanek Serbixwe.

  1. Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

Rojbin Özkan: Ew li gor şert mercan diguhere.

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Rojbin Özkan: Rojên kum in bi dayika xwe ya rehmetî ve borand. Biraninên xweş.

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Rojbin Özkan: Min dixwest  xwedî hêzek efsûnî bim û bikaribim hemû zarokan bextewar bikim.

 

ROJBÎN  ÖZKAN ji Bakûrê Kurdistanê bajarê Mûşê  gundê Rindalya  navçeya  Gimgimê ye…

 Ji sa 2005’î pêve dest bi karê nivîsandinê kirîye.

Nivîsên we heta niha kovarên wek Nûbihar, Nûpelda, Pêngav,  Peyam Hefreng de hatine weşandin….

 Her veha amadekarîya dosye Edebîya zarokan  û dosya jina kurd kirîye. Her du dosye jî di kovara Nûbiharê de weşîya ne. Pirtûka wê “Zarokên Heskifê ji hêla zankoya Merdînê Artuklîyê  beşa Kurdolojîyê de ji boy dersa edebiyata zarokan wek pirtûkek harikar hatîye pêşnîyarkirin….

Berhemên wê:

 Zarokên Heskifê di ( bo zarokan ) sala 2012 de nav weşanên Nûbiharê de derçû.

Stêrkên Bihîştê/ jîyana Hz.Asîya. Hz. Hacer. Hz.Meryem.Hz Xetice. Hz. Fatîma û Hz. Eyşe ye.weşanên Nûbiharê

 Rêze pirtûkên “Rewend”  bo zarokan ber çapê ye.

rojbinozkan@gmail.com

 

 

 

 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply