Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî

Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem de xesaret kir”

Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî alimekê pir zane û şareze bû. Ew rewşenbîrekê zemanê xwe bû. Hem di ‘ilmên dîn de hem jî ê fennî de xwey ma’lûmat bû. Ev rasteqîn di helbestên wî de jî ya xwe dide nîşan. Di helbestên xwe de îşaretê gelek meseleyên dînî û dîrokî û ‘ilmî kiriye Seyda. Di vî beyta han ê jor de jî îşareta qisseya hizretê Yûsif (aleyhîsselam) dike.

Ma’lûm e di Qur’ana Kerîm de bi navê “Yûsuf” sûretek heye û behsa hizretê Yûsif û jiyana wî dike. Di destpêka sûretê de ji bo vî qisseyî “ehsenulqesas” ango qisseya herî xweş tê gotin. Ez bawerim ku zehfekê we vî qisseyî kêm-zêde zanin. An di derekî de xwendine, an bihîstine. Dîsa jî em bi kurtasî behsa wî bikin;

Hizretê Yûsif (aleyhîsselam) gava hêj zarok bû di xewna xwe de dibînî ku tav, hîv û 11 stêrk ji bo wî secde dikin. Înca gava vî ji babê xwe, ango ji hizretê Yaqûb (aleyhîsselam) re dibêjî, babê wî jê re dibêjî “tu vî ji birayên xwe re nebêje, dibe ku şeytan ya wan bixapîne û tiştek bînin serê te”. Le belê birayên wî vî ho dibin dîsa jî. Jixwe di pêşî de jî ji Yûsif hez nedikirin, ku viyê han jî ho dibin baş lê tên xezebê. Dixwazin ku ya wî bikujin, lê piştre biryara xwe diguherînin û ya wî davêjin bîrek î. Piştre karwanek di wir de derbas dibî û çend mirov ji karwanê wî dibînin û ji bîrê dertînin. Ya wî dibin Misrê difiroşin ‘ezîzekê Misrê û hizretê Yûsif gelek sal li wir wek kole xizmet dike. Werhasil gelek bûyer tên serê wî lê em êdî dirêj nekin. Di dawiyê de hizretê Yûsif dibî ‘ezîzê Misrê û diya wî, babê wî û birayên wî tên cem wî û qisse wiha bidawî dibî.

Înca Melayê Cizîrî jî îşaretê vî dike û dibêjî “ew kesên ku Yûsif firotine xesaret kirine, zerar kirine”… Û dîsa Seyda dibêjî ku “ji bo menfe’etê dinyayê, ji dînar û mal û milkê dinyayê yarê xwe nefroşin an xiyanetê lê nekin. Belê, Seyda çi rast gotiye û çiqas xweş gotiye;

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem de xesaret kir”

Derbar Çand Name

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply