3 Pirs 3 Bersiv – Şêx Zelala ji Fînê

Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ji bo keda we ya bê hempa. Hûn karekî pir pîroz dikin. Di warê nivisandina Kurdîyê de hûn cesaret didin ciwanan. Her serkeftî bin. Bi rastî pir kêfxweş bûm ku we vê derfetê da min ku ez çend tiştan bînim dev.

Berî ku bersiv bidim pirsên we bi kurtasî divêm hinek behsa xwe bikim ku xwînerên we jî min nas bikin.

Navê min Zelal e. Keçeke Kurd im, ji Stenbolê me. Yanê ji Sêrtê me lê li Stenbolê mezin bûme.

Ya rast ez ji zarokatiya xwe ve xema ziman dixwum. Hê dibistana seretayî de; dema hevalên minyên Kurd bi hev re jî bi Kurdî xeber nedidan; min, ne tene bi zarokên hevalên xwe re, herwiha, gava pêwist dibû bi mamoste û heta gerînendeyên(midûrên) dibistanê re jî bêtereddut bi Kurdî xeber dida. Aktîvîzma min a zimanê Kurdî hê ji hingê ve tê.  Lewra, piştî vî temenî ez bifirim û herim ser ewran jî ez ê li ser heman fikrê bim.

Her çiqas ji 2009an ve aktîf bim jî, ji sala 2017yan ve hem aktîvîzma min û hem jî kar û xebatên min zêdetir bûn. Ji ber vê yekê, ez ê tenê li ser xebatên van salên paşî biaxivim.

1.Çandname: Çima tu ewqas li ser zimên disekinî?

Belê, ez li ser ziman pir pir disekinim. Ewqase ku dema di xewnên xwe de jî bi Kurdî xeber nadim diçim digrîm û ji Xwedê re dia dikim ku min efû bike. Roja ku tenê bi Kurdî dijîm diçim mêja şikrê dikim. Ji ber ku ziman hebûna min e. Wateya jiyana min e. 

Ziman şansê me yê dawî ye. Ku ew jî ji dest biçe êdî em ê jî ji ser rûyê erdê rabin.

Gava li dîroka gelek gelên cîhanê dinêrî, dibînî ku dema bê ziman mane heyîna xwe ya netewî jî hunda kirine. Tu gel zû bi zû wek heyîneke sosyal û fîzîkî ji holê ranabin. Yanê dema em dibêjin filan gel hatiye qirkirin û bêvan gel hatiye tunekirin em behsa hejmaran nakin. Em behsa tunebûna zimanê wan dikin. Ew gelên em dibêjin hatine qirkirin jî niha bi ziman û nasnameyeke din li ser rûyê erdê hene. Bila şaş neyê fêmkirin, nabêjim nehatine qirkirin. Dibêjim, piraniya wan mirovan hatibin kuştin jî hemî ji holê ranebûne û yên mane bizimanekî din niha li ser rûyê erdê ne.

Bi kurtasî ji bo em bikaribin hebûna xwe bidomînin, divê em vî zimanî biparêzin.

Gava ez wisa dibêjim, gelek heval behsa gelê Cihû dikin û wan mînak didin. Rast e, ewan jî pir êş kişandine û hatine ber qelandinê, lê ne bi qasî me. Jixwe şert û mercên me jî ji wan cudatir in.

Çima?

Ji ber ku dînê wan wisa bihêz bû ku tenê nebû zimanê wan, bû man û nemana wan. Îro dînekê me yê wisa tune ku me û ziman û nasname me ji hundabûnê biparêze. Rast e, piraniya Kurdan misilman in û hemî Kurdên misilman dînê xwe bi zimanên din dijîn. Ez bi xwe jî misilman im, çiqas ji min bê dînê xwe bi Kurdî jî dijîm lê dikim û nakim jî nabe ji sedî sed. Nabe jî! Ji ber ku ev dîn bi erebî hatiye û hebûna dîn bi xwe propagandaya zimanê erebî ye. Qur’an bi erebî ye û yên ji Qur’anê bawer dikin otomatîk dibin heyranên zimanê erebî û mixabin miletên wekî me bêxwedî zêdetir jî dibin. Çimkî xwediyê me tune ku ji me re behsa giringiya zimanê me bike û nehêle dînê me ji bo zimanê me bibe astengî. Ger xwediyê me hebûya wê dînê Îslamê, wekî dînê Israîlîyan ji bo me, ji bo zimanê me bibûya piştek lê mixabin ku di vê rewşa kambax de tenê zimanê me dikare bibe piştek û hem me bîne ba hev û hem jî me biparêze.

Ji aliyê din ve jî dînê me û dînê cînarên me bûye yek. Ku dînê te ne cuda be, jixwe ji aliyê tîpê/sûretê ve jî ne cuda bî; yanê rengê we, tîpa çavên we û hwd jî ji hev zêde ne cuda be, ji bo xwe biparêzî ji xeynî zimanê te tiştekê te namîne. Ku ziman jî çû êdî vegera te namîne. Ya ku Cihûyan parast, ya ku zimanê Cihûyan parast dînê wan bû. Gelek derfetên din ên dîrokî jî ji wan re derketin ku heta niha yek ji wan jî ji me re derneketiye lê ev niha ne mijara me ye. Mirov paşê dikare bi taybetî behsa vê bike.

Bi kurt û kurmancî, heke Kurdek bixwaze hebe divê zimanê xwe bixe her malê. Divê wekî amûreke hobîyê nebîne, divê wekî zuwabûna xwîna di temaran de bibîne. Ku xwîn ji temaran ziwabû tu candar nikare bijî. Divê em zimanê xwe wekî xwîna di temaran de, ewqas heyatî bibînin.

 

2. Çandname: Tu ser medyaya civakî gelekî çalakî, gelo ji bo xizmeta zimên giringiya medyaya civakî çi ye?

Rast e. Demeke dirêj e ez li ser tora civakî me. Ji ber ku ez jî mirova demê me, nifşa înternetê me. Lazimiyên min hemî li ser înternetê ne. Heval, ders, lêkolîn û hwd hemî pêdiviyên min îro bi înternetê çareser dibin. Min jî got, her em hemî tiştên xwe bi înternetê dikin nexwe çima bila înternet nebe dibistana me?

Çima em her telefonê, her hisabeke înternetê nekin dibistaneke Kurdî û nexin xizmeta zimanê xwe?

Bi vê mebestê jî min aktîvîzma xwe ya li ser înternetê roj bi roj zêdetir kir û soz da xwe ku ez ê dibistanên zimanê Kurdî bixim berîkên her kesî. Di rojên pêş de, Xwedê hez bike dixwazim zêdetir jî di vê rê de kar bikim.

Em di demeke teknolojîk de dijîn. Êdî pirtûk yan tiştên niviskî(yên bi kaxez) zêde balê nakşînin. Li seranserê dinyayê ev rewş wisa ye.Mirov kêmtir dixwînin û zêdetir temaşe dikin. Dinya tev ketiye înternetê lê Kurdên me hê nû ketine nav kaxez û qeleman. Helbet ji aliyê dîrokî ve gelek sedemên vê hene lê sedemek jî em in. Em ji dinyayê paş mane. Me xwe li gorî dinyaya nû saz nekirîye. Dinya xwe li gorî înternetê ji nû ve saz dike lê em diçin xwe li ser pirtûk û ansîklopediyan kor dikin. Divê em jî berê xwe bidin cîhanê, nabe ku em paş bimînin.

Mesela, ji ber ku em ne amade bûn, di rewşa coronayê de em şoq bûn. Sazî û dezgehên me yên çandî û zimanî tev pelişîn û matmayî man. Bifikire nikarî derkevî derve, xwendekarên te nikarin werin saziyê. Heta xebatkarên te bi xwe jî nikarin werin û ji bo xwe bigihînî mirovan amûrên te nîn in. Yên hene jî têra te nakin ku dengê te biçe gel. Tu yê çi bikî? Heta adapteyê rewşa nû bibî wê demeke dirêj derbas bibe û bû jî. Bi min xebatên saziyên me herî kêm 5-6 meh paş ketin û nizanim ka wê piştî vê Covîdê çiqas xwe bidin hev jî.

Hem, tu kes înternetê bikarneyne jî divê em bikarbînin.

Çima?

Dibistanên me, enstituyên me, sazîyên me yên çandî û zimanî tunenin ku zimanê me yê heyî biparêzin û nehêlin bihele û vî zimanî bi xebatên xwe di nav Kurdan de belav bikin.

Belê, çend saziyên me hene û bi  salane ku ji bo me zêde dixebitin lê mixabin ku ew jî lokal û sînordar dimînin. Wisa bifikirin ku haya piranîya Kurdên di heman bajarî de jî ji hebûna van sazî û qursan tune. Belki bawerkirina wê zor be, lê Kurdên di bajarên ev sazî tê de ne de dijîn, hê qene nizanin ku pirtûkên bi Kurdî hene jî. Heta astekê ev ne sucê saziyan e. Ne sucê kesî ye. Dinya ne dinyaya berê ye. Dinya guherî ye lê em wekî xwe mane. Me xwe adapteyê roja nû nekir.

Ne perê me heye û ne jî derfeta me heye em li her taxê dibistan yan saziyan vekin. Em nikarin wisa bikin lê îro em saya serê înternetê dikarin dibistanên xwe bixin hemî berîkan. Îro di destê her mirovî de herî kêm hisabeke înternetê(whatsapp, facebook, twîtter, înstagram, youtuube û wd) heye. Em dikarin vê qadê awayekî profesyonel bixin xizmeta zimanê xwe. Em dikarin kêmasiya sazî, dezgeh û tvyên xwe di qada tora civakî de temam bikin. Înternet vê derfetê dide me. Dide me lê ku em bikaribin bikarbînin!

Bifikirin zarokek çavê xwe bi tiştekî zêde pêşketî(înternet) vedike û tu diçî kaxez didî destê wê. Di van cîhazên pêşketî de dinyayeke bêbinî heye lê di kaxez de herî zêde 2-3 tişt hene. Wê ew zarok çiqas aciz bibe, ne wisa? Wê nexwaze bibîne jî. Israra me ya bikarneanîna înternetê bi heman awayî me li ber çavên civaka me ya modern û pêşketî reş dike û me zêde paşvemayî û nezan dide nîşan. Sedemeke helandina zimanê me jî ev e. Yanê ev tevgerên me yên ne rast in. Lazim e em xwe biguherin.

Dema min ji der û dora xwe re digot divê em derbasî înternetê bibin, henekên xwe bi min dikirin û digotin, ‘heval karê me pirtûk û ansîklopedî ne. Ne înternet e’. Êêê, heyra here pirtûk û ansîklopediyan li gorî demê derxe. Here adapteyê înternetê bike ku bigihîje çar aliyên dinyayê. Lê naa, divê em bêjin me ewqas pirtûk amade kirin lê nayên xwendin. Ew kedeke bê hempa ye lê ku negihîje mirovan heyf e, xebînet e.

Gelek şirketên mezin diçin milyar dolaran didin alavên teknolojîk ku bikaribin kar û xebatên xwe di platformên online de bidomînin. Rê û rêbazên xwe li gorî înternetê saz dikin lê em ewqas ‘jîr û zana û pêşketî ne’ ku henekê xwe bi wan dikin û xwe bi rêbazên kevin ve girê didin. Sankî em Kurd azad in, tu kêmasîya me tune û di her qadê de jixwe zêde zêde pêşketîne, jiwêkê em ne mihtacên rêbazên demê ne. Em xwe wisa dibînin. Yanê me berê coronayê xwe wisa didît. Bi hêvî me ku em biguherin.

3.Çandname: Te li ser medyaya civakî, bi rewşenbîrên Kurdan re gelek hevpeyvîn çêkirin,li gorî te ev çalakî çawa derbas bûn?

Belê, di nava van du mehên borî de min 41 heb weşanên zindî çêkirin. Keça Celaded Alî Bedirxan Sînemxan Bedirxan, nivîskar û zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, damezrevanê Weşanxaneya Nubiharê Silêman Çevîk, Endamê damezrandina zankoya Emerîkî ya Dihokê birêz Lezgînê Çalî û hunermend Rojîn jî tê de; min li gel bi dehan şexsiyetên hêja û navdar ên ji her alîyê welêt û dîyasporayê, di weşanên xwe yên zindî de hevpeyvînan çêkir.

Vê navberê de, dibe bala we jî kişandibe, tenê ne takes, gelek caran sazî û weqfên zimanê me jî bûne mêvanên van weşanên min.

Li gorî min ev weşan pir baş derbas bûn. Min mirovên mûhteşem nas kir. Tişt yan kesên ku min xeyal jî nedikir û nediketin xewnên min jî niha di jiyana min de ne. Keça bavê zimanê Kurdî, keça Celaded Bedirxan, Sînemxan Bedirxan di watsabê de ji min re peyam dişîne. Ku ew bi xwe jî şexsîyeteke zêde girîng û pêşketî ye. Çend zimanan dizane û pêşengiya jinên Kurdkiriye û perçeyek ji dîroka me ye. Pir pir kêfxweş im. Niha, dema bersiva pirsê jî Didim devê min beş e û ji kêfa dikenim. Ma êdî çi bêjim.

Min bawer nedikir ku ez van rojan bibînim. Berî çend salan bigotana min ê bigota, ‘de here lê, henekên xwe bi min neke’. Lê niha ez vê xewnê bi xwe dijîm. Hem jî di ciwaniya xwe de… Ev ji bo pêşeroja min jî pir girîng e. Ji bo kesayeta min jî. Êdî bêhtir bi xwe û bi fikrên xwe, bi serkeftina fikrên xwe bawer dikim. Dizanim ku wê bi hewldanên min gelek tiştên baştir jî bibin.

Ji aliyê din ve jî dibînim ku ev weşanên min ji bo gelek kesan bûne mînak û gelek kesan piştî min dest bi weşanên wisa kirin. Gelek kesan saya van weşanan wan mirovên mûhteşem nas kirin û bi fikr û raman û xebatên wan hisîyan. İnsanên me yan van mêvanan nû naskirin yan jî ev mêvan careke din ketin hişê civaka Kurd û bûne mêvanên gelekweşanên din. Piştî weşanên min, şexsîyet yan saziyên me yên din jî ew kirin mêvan.

Min jî saya van weşanan peyamên xwe da û bawer dikim ku dengê min çû cihê ku ez dixwazim. Ji bo Kurdîfîkekirina înternetê jî xebatên pir baş bûn û ketin lîteratûra Kurdî ya onlîne. Bi kurtasî ez ji her milî ve gihaştim armanca xwe.

 

Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Şiroveyek

  1. Bi rastî jî min di Jîyana xwe de Kes wek Xanima Zelalê ji bo Zimanê Kurdî ew qas dilsoz û dilpak nedîtîye, Zelalê hemû Jîyana xwe serfê Xebatên xwe yên şîyarkirina Gel û hînkirina wan bi Zimanê Kurdî ye! Eger Ez Rêveberê Xelata Nobêl bûma, minê Xelata Nobêl bi Dilek rehet pêşkeşî wê bikira, ji ber kû ez dizanim, Ew şayanê vê Xelatê ye! Xwedê Te temendirêj bike, mirovên wek Te cîhên şanazazî û serbilindîya me ne! Sipas û Dem xweş.

    Nivîskar: Ferhad

Leave a Reply to FarhadCancel reply