3 Heb Android Launcher’ên Herî Baş

Ji bo telefonên Android û tabletan bi dehan vebijarkên Launcherê hene. Di nav ewqas vebêjarkan de gelo hûn ê kîjanê bikar bînin?  Bersivdayîna vê pirsê dibe ku hînekî ji bo we zor be. Lê belê heke em hejmara vebijêrkan daxînin 3’yan, em ê hinekî karê we hêsantir bikin. Va ye 3 heb Android launcherên herî baş ên belaş.

 1 – Nova Launcher

1

Nova Launchera ku ji aliyê TeslaCoil Software ve hat pêşxistin, di  Play Storê de launchera herî populer e. Taybetmendiya herî girîng a Novayê ew e ku her kes li gor xwe wê dikari bikar bîne.

Novaya ku ji bo guherîna pergala ekranê hinek eyarên cuda pêşkêş dike; li gorî ekranên têketinê, mezinahiya sembolên cûda û sererastkirina izgarayê hatiye dîzaynkirin. Novaya ku lîsteya sepandinê jî guherand, dihêle ku hûn pergala ekranê jî li gor xwe biguherînin.

Herwiha Launcher, ji bo widgetan jî ekraneke bi rêk û pêk pêşkêş dike. Bi hev re komîkirina klasorên di ekrena destpêkê de, rengguherandina gelek hêmanên di ekrana destpêkê de, hin ji taybetmendiyên Novayê ne.

Dema hûn varyanta Nova Launcher Primeyê ya 4 dolarî bikar bînin;  tevgerên sembol û ekranê, hejmara peyamên nexwendî, klasor û sekmeyên taybet ên ji bo lîsteya sepandinê û gelek efektên dîtin û veşartina sepandinê dê were bidestxistin.

2 – Apex Launcher

2

Apex Launcher hêj jî tê bikaranîn û ji wan yek launcherên berê yên bê  pere ye. Em dikarin bêjin ku Apex di warê kalîteyê de bi Nova Launcherê re di heman astê de ye û lauchereke orijinal e ku ji reqîbê xwe kopyayê nake. Wekî Novayê gelek launcherên din izgarayên ekrana têketinê bi 6 rêz û 6 stûnan ve sinordar dike lê Apex vê sinorê derdıxe 10 rêz û 10 stûnan.

Ev erk, bêtir kêrî  telefonên ekranmezin û tabletan tê. Apex ji bo ku ji bo modên berwarî û tîkane vebijêrkên ji hev cuda pêşkêş dike, hûn dikarin li gor şeklê dîmena cîhaza xwe wê sererast bikin.

Di nav taybatmendiyên din ên têketina ekranê de jî şemitandina bêsînor, efektên derbaskirina dîtbarî û eyarên cur bi cur ên stilî hene. Şexsîkirinên derbarê lîsteya sepandina Laûncherê de jî gelekî dewlemend in. Şexsîkirinên taybet ên modêlên berwarî û tîkane, di vê derê de jî derbasdar e. Apex wê derfetê jî dide ku hûn sepandina bi dile xwe di lîsteyê de veşêrin.

Fonksiyoneke din a Novayê ku pereyi ye, tevgerên têketina ekranê ne… Hûn dikarin bi bikaranina launcherê bi 5 tevgerên tiliyan ên ji hev cuda 15 çalakiyên cuda pêk bînin.

3 – Dodol Launcher

3

Dodol Launchera ku gelek caran di nav nîqaşên Androîd launcherên bêpere de tê jibîrkirin, di rastiyê de xwediyê ekraneke pir xweşik e. Launchera ku bi performansa xwe balê dikşîne, di mijara bikêrhatinê de jî qet li paş namîne.

Wekî Nova û Apex,  Dodol jî dihêle ku hûn firehiya ekranê eyar bikin (hûn dikarin di navbera 3 x 3 û 12 x 12’an de yekê hilbijêrın). Hûn dikarin li ser mezinahiya sembolan, etîket, reng, sî û bêtir tiştên din eyarên taybet çêbikin.

Docka ku di bin ekranê de xuya dibe, bi qasî 5 rûpelan pêşkêş dike û her rûpel jî di nav xwe de di navbera 1 û 7an de sembolan dihewîne.

Dodol, ji bo guherînên estetîk jî bi maxazayeke ku di nav xwe de gelek vebijarkan dihewîne, derdikeve pêş me. Di bin kategoriyên Top û Dodol’s Pickê de hûn dikarin temaya bi kalîte ya baş û kaxizên dîwaran bibînin.

– Hamît Akak – Kovara Zanko Hejmar 5

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply