(Li ser şerên mezhebê hate gotin)
Ey musulman ji xew rabe çava vek
Çar alî tevbûye agir Şer û çek
Ûmmet bûye hear bend heftê şeq
Xweda yek e, Îslam yek e, Qur’an yek e
Şîî-Sunnî bûne dijmin û hember
Hev dikujin, hev disojin dikin ker
Bi deng û awazên ALLAHÛEKBER
Xweda yek e, Îslam yek e, Qur’an yek e
Ka adalet, ka biratî’w wekhevî
Şewat û hevgirtin ji nav me revî
Di vî wextî îman bûye bi devî
Xweda yek e, Îslam yek e, Qur’an yek e
Ey Tekoşîn çî ye ev şîn û girîn
Birakujî din av dil de bû birin
Feyde nake sed şîret û xwe dirîn
Xweda yek e, Îslam yek e, Qur’an yek e
Mehmet Beytut AYDIN
(Tekoşîn)
21 Cotmeh 2013