Di raportek rojnamevanî de tê diyar kirin ku di sala derbasbûyî de 27 kes bi sedema wêneyên sêlfî jiyana xwe ji dest dane.
Îro 18 Çile rojnameya The Washington Post ya Amerîkî di raportekê de belav kiriye ku di maweyê sala 2015 de 27 kesan bi sedema wêneyê Sêlfî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî ku di raportê de hatiye, sedema van qurbaniyan çûna welatiyan bo cihên metirsîdar e, bi mebesta ku ew wêneyên beêkêş box we bikşînin.
Li gorî raportê, bêhtirê wan rûdawan li ser hêlên Şemendefirê (Tirênê), Cadeyên serekî, sere çiya û avahiyên bilind rûdane.
Herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku Hindistanê jiber van bûyeran kişandina wêneyên sêlfî li gelek cihên geştiyarî û giştî qedexe kiriye.
Çavkanî: basnews.com