Dostekî Kurdan Wiha Gotîye

Ednan Paçacî: Heger Kurd bama min dixwest dewletek min a Kurdî hebe

Basnews: Siyasetmedarê navdar ê Îraqê Ednan Paçacî eşkere kir ku di salên 60’î de di civînên civata nûnerên Îraqê de daxwaza çarenivîsa gelê Kurd kiriye û got: ‘’Heger Kurd bama min dixwest dewletek min ê Kurdî hebe.’’

Ednan Paçacî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya El Meşrîq, behsa dîroka helwesta xwe ya li hember gelê Kurd kiriye û ragihandiye ku, di sedsala derbasbûyî de her dem nûnerên Kurdan di Civata Wezîrên Îraqê de hebûye, lê piştî damezrandina Îraqa nû, statûya Kurdan hatiye naskirin. Jiber vê yekê jî mayîna Kurdan yê ligel Îraqê li ser wan şertan e ku, mafê wan ê neteweyî, siyasî û civakî bê naskirin.

‘’Kurdan gelek qedirê me girtin’’

Paçacî xwedan helwesteke berovajiyê hind siyasetmedarên Ereb e ku li hember mafê dewletbûna Kurdan disekinin an jî bê deng in. Paçacî di vê mijarê de dibêje; ‘’Mafê Kurdan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Heger ez bixwe jî Kurd bama, min dixwest dewleta min hebe.’’

Bi baweriya Ednan Paçacî divêya dewleta Kurdî ji salên 1920’ê ve bihata damezrandin. Paçacî derbarê dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî xwedî zanîn e û dibêje: ‘’Dema ez 10 salî bûm, bavê min wezîrê navxwe yê hikûmeta wê demê bû. Di sala 1933’yan de ligel bavê xwe hatime Kurdistanê. Wê demê digotin Bakûrê Iraqê. Çûme hemû bajarên Kurdistanê. Di wê demê de têbîniya min ew bû ku, Kerkûk jî weke Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, ji dîrokê ve bajarekî Kurdan e. Di dema serdana me de Kurdan gelek qedirê me girtin.’’

Siyasetmedarê navdar eşkere dike ku di dema wezîrtiya xwe de, di sala 1966’ê de wezîrê karên derve bûye û heman helwestê wî derbarê gelê Kurd de hebûye. Paçacî dibêje: ‘’Di civînekê civata nûneran de min daxwaz kir ku rê bidin Kurdan ku ew bixwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Min got eva salên dirêj e li Neteweyên Yekgirtî kar dikim û mafê serxwebûna gelan diparêzim. Niha jî hatime Îraqê da ku rêz li gelê Kurd bigrim. Ew gelê min e.’’

Ednan Paçacî kî ye?

Ednan Paçacî kurê siyasetmedarê navdar ê Îraqî yê dema paşatiyê, Muzahim Paçacî ye. Piştî damezrandina Komara Îraqê ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve, dibe Balyozê Îraqê NY.

Di serdama hikûmeta Nûrî Seîd de dibe Wezîrê Derve yê Îraqê.
Piştî darbeya rejîma Baas, Paçacî dibe opozîsyon û dervey Îraqê dijî. Di dawiya salên 2003’ê de piştî hilweşandina rejîma Baas, Paçacî di îdareya Paul Bremer de bû Endamê Civata Hikûm.

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply