Di Kurdî de Çend ‘BÊ’ Hene?

Çend “BÊ” di kurdî da hene, û kengî bi serê xwe, kengî bi peyvê ve têne nivîsandin?

Bersiv:
Du cureyên BÊ’yê hene:

1- BÊ’ya daçek (BÊYÎ). Ev bi serê xwe tê nivîsandin û peyva tê serê ditewîne.

Mînak:
Bêyî kêrê goşt hûr kir.
Bê te ez çi bikim?
Ez bê qût mam wê salê!

2- BÊ’ya bêjesaz (rengdêrsaz). Ev bi peyvê ve tê nivîsandin.

Mînak:
Zilamê bêaqil, bê aqil e.
Şêxoyê bêrêz, bê sebr û hedar e.
Bêevînî, zor e; bila kes bê evîn nemîne.

Têbinî:
Filankes bêwijdan e. (Bi erka rengdêrê ye.)

Filankes bê wijdan e. (Bi erka hokerê ye.)

Qasimê Xelîlî

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Şiroveyek

  1. Asagidaki Kurtce cumlelere ekledigim Turkce tercumelerle mesele biraz daha anlasilir oluyor:

    Filankes bêwijdan e. (Bi erka rengdêrê ye.)

    Filan wijdansizdir

    Filankes bê wijdan e. (Bi erka hokerê ye.)

    Filanin wijdani yok

Leave a Reply to Hemê DerenîCancel reply