25 saliya Nûbiharê û 20 saliya Bîrnebûnê

Di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de çend paytextên cîhanê wek Qahîre û Stenbol dibin navenda pêldayîn û pêşdeçûyîna welatevînî û netewîheziya (nasyonalîzm) Kurdî. Di nav Kurdan de qiymetê kaxiz û qelemê mezin dibe. Têgehên wek ronakbîr, nivîskar, komele, partî, rêbaz û destûr, belevok, meş û civîn, propagande û ajîtasyon, pirtûk, kovar û rojname her diçin belav dibin û hejmara wan zêde dibe. Di destpêka sedsala 20an de wek mînak tenê li Stenbolê ji 10an zêdetir kovar û rojnameyên Kurdî derketine. Ev yeka bûyereke nû bû ku di dîroka Kurdî de pêk dihat. Di dawiyê de dîroka çanda Kurdî û dîroka weşangeriya Kurdî her çû rengîn û zengîn bû.

Dîroka weşangeriya Kurdî ya peryodîk (vedor/demî) gelek kevn e. Wek tê zanîn rojnameya Kurdî ya yekem cara pêşîn di sala 1898an de li Kahîreyê bi navê Kurdistan derketiye û jiyana xwe heta sala 1902an berdewam kiriye. Di navbera van pênc salan de bi giştî 31 hejmar derketine. Ji ber dijwarî, tengasî û zordestiyan rojnameya Kurdîstan cihê çapa weşana gelek caran guhartiye wek Misr, Swîsre û Îngîltere. Ev yek baş nîşan dide ku weşangeriya Kurdî di nav kîjan qonaxan re derbas bûye. Ji van 31 hejmaran 26 hejmar cara yekem ji aliyê lêkolerê kurd Kemal Fuat ve li Almanyayê hatine dîtin, wek koleksiyon di sala 1972an de li Bexdayê ji nû ve hatine çapkirin. Piştî 20 salan rojnameya Kurdistan vê carê di sala 1991an de ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li bajarê Uppsalayê hatine weşandin. Piştî van her du çapan çar hejmarên rojnameya Kurdistanê dîsa di  arşîvan de hatine dîtin (hejmar 10 û 12 ji aliyê Celîlê Celîl ve û hejmarên 17 û 18an ji aliyê Malmîsanij ve). Divê em diyar bikin ku heta niha ji van 31 hejmaran tenê hejmara 19an hê nehatiye dîtin. Bi peydakirina vê hejmarê bêgûman dîroka weşangeriya peryodîk wê hin jî rengîntir bibe! Ji sala 1898an heta niha 119 sal derbas bûne. Di navbera wan salan de bi sedan gelek rojname û kovar bi Kurdî li deverên Kurdistanê û derweyî welêt derketine. Hemû van weşanan wek çavkanî îro dewlemendiya çand, dîrok, ziman û edebiyata Kurdî pêk anîne. Dirêjahiya jiyana wan ji hev gelek cudatir e. Wek mînak rojnameya Rêya Teze li Rewanê ji sala 1930 heta roja 1/8/1999an bi qasî 4770 hejmar derketiye. Hin rojname û kovar jî hene ku tenê çend hejmar hatine weşandin.

Wek tê zanîn îsal (2017) du kovarên Kurdî ango Nûbihar 25 saliya xwe û kovara Bîrnebûn 20 saliya xwe pîroz dike.

Çawa tê zanîn kovara Nûbihar cara pêşîn li Stenbolê di sala 1992an de derketiye û heta niha qasî 140 hejmarên wê hatine weşandin. Kovara Nûbihar ku wek weşaneke çandî û hunerî tê nasîn bênavbirî heta niha weşana xwe bi serfirazî û bi pergal domandiye. Bawerî, hêvî û evîn sê peyvên giranbiha ne ku alîkariya vê rêwitiya demdirêj kirine. Kovara Nûbiharê di hejmara xwe ya 138an de bi cihdayîna gelek peyamên xwendevan û nivîskarên xwe 25 saliya vê weşana giranbiha pîroz kiriye. Ev 25 sal in Kovara Nûbiharê bi eynî formatê, bi eynî zimanî û bi eynî kelecanê her derdikeve. Navê Nûbiharê her tim navê Ehmedê Xanî “nivîskarê nivîskaran” û berhema wî ya bona zarokan Nûbiharê tîne bîra me.

Kovara Bîrnebûn ku di sala 1997an derketiye heta niha qasî 69 hejmarên wê hatine weşandin. Kovar wek dengê kurdên Anatoliya Navîn tê nasîn. Pêşiyê bi Kurdî û Tirkî bi du zimanan derdiket, piştî demekê, niha bi temamî Kurdî derdikeve. Lêkolînerê Fransî George Perrot berî 150 salan, di sala 1861an de li gundên Kurdên Antoliya Navîn digere û lêkolîneke bi navê Kurdên Haymanayêbi Fransî diweşîne. Di cîhekî lêkolîna xwe de Perrot bala xwendevanan dikişîne ser bêdîrokiya Kurdên Anatoliya Navîn. Perrot wan nifşên Kurdan ku li pey xwe tu çavkanî û belgeyek nehîştine, dişibîne pelên darên payîzê ku yek bi yek diweşin û winda dibin: “…Nifşên wan didin dûv hev û mîna pelên darên payîzê li nik me dikevin û tu şopê nahêlin, ew jî weha didin dûv hev û tu şopê li paş xwe nahêlin”. Piştî vê balkêşiyê ew dîsa qasî 150 salan tên jibîrkirin. Di sala 2000an de vê carê lêkolîna Perrot bi destê Kurdên Anatoliya Navîn bi wergera Kurdî ji nû ve li Swêdê hate weşandin. Perrot û Kurdên Anatoliya Navîn piştî gelek salan nasiya xwe li Stockholmê dane hev. Bi saya kovara Bîrnebûnê Kurdên li Anatoliya Navîn di sala 1997an de ji nû ve hatin keşifkirin. Kovara Bîrnebûnê gîhişte hawar û gaziya wan. Kurdên Anatoliya Navîn ku berê hatibûn jibîrkirin, niha dîroka xwe ew bi xwe dinivîsin. Ne tenê dîrok, zimanê xwe pêş de dibin û berhemên folklorîk bi rêya Bîrnebûnê derbasî ser kaxizê dikin. Ew bi kelecaneke mezin seferber bûne. Kovara Bîrnebûnê bi hejmara xwe ya 69an cîhekî fireh daye dîtin û pîrozahiya xwendevan û nivîskarên xwe. Herwiha berpirsên kovarê bi gazîkirina 200 mêvanî şeva 7/10/2017an li bajarê Stockholmê bi navê Pîrozahiya Bîst Saliya Kovara Bîrnebûnê şevekê li dar dixin.

Wek xwendevan û nivîskarê salane yê van herdu weşanan ez careke din 25 saliya Nûbiharê û 20 saliya Bîrnebûnê bi can û dil pîroz dikim, ji van weşanên Kurdî re saline gelek dirêj dixwazim.

Rohat ALAKOM-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply