Li vê derê em ê rêbazên bingehîn yên rastnivîsînê diyar bikin. Li şûna ku em dûr û dirêj meseleyê rave bikin, em ê bi çend nimûneyan merema xwe pêşkêş bikin.
Kovara Kanîzar wiha dinivîse:
- ”ku”, ne ”ko”: ew dibêje ku…
- ”çiya, jiyan, kiriye, xaniyê me…”, ne ”çîya, jîyan, kirîye, xanîyê me…”
- ”ji bo, li gel, li ser…”, ne ”jibo, ligel, liser…”
- “kurd im, kurd î, kurd e, kurd in”, ne “kurdim, kurdî, kurde, kurdin”
- “zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz”, ne “zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz”
- “ez ê bikim, min ê bikira”, ne “ezê bikim, minê bikira”
- ”hevalê min ê baş”, ne ”hevalê minê baş”
- ”zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir…”, ne ”zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir…”
- “bigirim, binivîse, nekişînin…”, ne “bigrim, binvîse, bikşîne…”
- ”Chomsky, Einstein, Shakespeare…”, ne ”Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr…”
Kovara Kanîzar