Kurmanc Tenê Di Bêhesêb in – Yusuf Agah

“Da xelq nebêjitin ku

Ekrad Bême’rîfet in, bê’esl û bunyad

Enwa’ê milet xwedankitêb in

Kurmanc tenê di bêhesêb in”

Ehmedê Xanî, di destpêka berhema xwe yê meşhûr “Mem û Zîn”ê de, sebebê ku wî bi Kurdî nivîsandiye bi vî aweyî aniye ziman.

Seyda gotiye; Belê min vî berhemî, vî pirtûkî bi Kurdî nivîsand, ji bo ku xelqên din nebêjin “Ekrad” yanî Kurd bême’rîfet û huner in, di qada wêje(edebiyat)yê de bunyad û bingehê wan tine; Ji bo ku nebêjin miletên din xwedankitêb in, di dîroka xwe de, li ser mijarên cihê gelek pirtûk nivîsandine, lê ê Kurdan tenê hisabekê wan ê wisa tine, Kurdan tenê bi zimanê xwe berheman nenivîsandiye û çand û hunerê xwe nexistine nav rûpelên dîrokê.

Belê, Seyda dibêjî min bi van sebeban “Mem û Zîn” bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsand. Dewr û dema ku Ehmedê Xanî berhema xwe nivîsand jî, nivîsandina bi Kurdî ne zehf di rewacê de bû.

Nivîskar û belbestvanên wî demî berhemên xwe axlebî (bi piranî) bi zimanê Farisî, ‘Erebî an jî Tirkî dinivîsandin. Seyda di demekê wiha de vî xebatî pêk aniye. Dibe ku gava ewî vî biryarî da, xelqê pê qerfikan kiribî, hewl dabin ku ya wî ji vî karî vegerînin jî.

Lêbelê Seyda li hember wan zehmetiyan jî biryara xwe neguherandiye û berhema xwe temam kiriye. Û ew berhem heta îro hatiye, gihîştiye me.

Belê, Ehmedê Xanî zatekê wiha biqedr û qiymet e, welatparêz e. Berhemekê wiha hêja xelatê Kurdan kiriye. Ji ber vê yekê divê em jî qedrê wî û berhema wî bizanibin û lê xwedî derkevin.

Şîrove: Yusuf AGAH

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply