Du tişt hene tu carî nayên bîra mirovî û wê tu carî jî neyên bîra wî. Ya pêşî jidayîkbûn e û ya duduyan jî dê mirin be. Di navbera van du xalan de jî emrê me yê beredayî dimîne.
Ne destpêk eşkere ye û ne jî dawîya vî emrî. Lewma mirovên têne ser rûyê dinê di hundirê xwe de tevlî valahîyekê tên. Ev valahîya mezin wekî çalereşê (qulereş/black hole) jîyana me tevî xeyalên me dikşîne hundirê xwe û wan tune dike.
Di vê valahîya ne eşkere de mirov xwe bi dîn ve girê didin û xwe bi dîn dixapînin an jî dîn li ser navê manevîyatê mirovan dixapîne. Welhasil kelam dema dîn derket meydanê xwest ku wê valahîya hundirê mirovan bi manevîyatê bi aramîyê tije bike. Lê bila xeyal li cihekî û rastî li cihekî bimîne. Ev xeyala dîn dixwest bê avakirin mixabin nebû û wek xeyal di hişê mirovan de asê ma; ew xeyal derneket ser rûyê dinê ev der nekir baxek ji baxê bihuştê.
Dîn xwest nefsa mirovan jî terbîye bike û derdê feqîrîyê derdekî çawaya nîşanî mirovên dewlemend bide da ku ji halê feqîran fam bikin. Ji bo vê yekê dîn rabû û Rojî li mirovan ferz kir.
Ferzkirina rojîyê ji bo başî, qencî û tenduristîya mirovan bû. Bi vê sayê kesên wextxweş wê bi saya vê rojîyê ji halê belengazan fam bikin û wê di nava civakê de feqîrtî û belangazitî nemîne. Lê mixabin ev xweşîya dîn jî ji rê derket û bû nexweşî.
Pêxemberê ummetê Hz. Muhammed gotibû: “Kesê zikî wî têr û yê cîranê wî birçî be ne ji ummeta min e.” ji ber vê yekê kesên dewlemend ji taxa feqîran revîyan da cîranê zikbirçî li derdora wan nebin û da bi zikekî têr ji xwe re têr rakevin.
Hîn meha Remezanê nehatî mirov lingê xwe ji bin lihefa xwe derdixin û devê berîkên xwe vedikin û bi awayekî nedîtî dest bi danûstandinê dikin; yên vî halê wan bibîne dê bêje qey ji xelayê derketine. Mirov hîn Remezan nehatî bi mesref û îsrafan dest bi amedekarîya pêşwazîyê dikin.
Lê di rastîyê de dîn mesrefa zêde heram kirîyê. Dîn qedr û qîmet daye kedê. Lê mirovên vê dewrê dema remezanê keda xwe li ba didin.
Di vê mehê de mesrefa ku mirovan di jîyana xwe de tu carî nekirine dikin. Li şûna nefsa xwe terbîye bikin bi mesrefên xwe nefsa xwe bêhtir hartir û dijmartir dikin. Di vê mehê de mirov timî li pey nefsa xwe diçin. Ev nefsa wan qula di berîka wan de roj bi roj firehtir dike û wan feqîrtir dike. Gelek kes jî ji bo danûstandinên meha Remezanê diçin bankayê kredîyê distînin. Bi kredîya faîzî danûstandinên Remezanê dikin. Mesref, îsraf û şaşîya di vê mehê de tê kirin di yanzdeh mehên mayî de nayên kirin.
Remezan ew e ku mirov bi tiştên rojane, tiştên di malê de ye rojîyê bigre.
Remezan ew e ku mirov şikir ji nîmetên Xwedê re bide.Remezan ew e ku mirov ji halê feqîran fam bike.
Remezan ew e ku mirov alîkarîya hev bike.
Remezan ew e ku mirov dest bide destê hev û feqîrtîyê tune bike.
Remezan ew e ku mirov vê dinê bike bihuşt.
Remezan ew e ku mirov pirsa halê hev bike.
Remezana wê pîroz, mesrefa we kêm, îsrafa we qet nebe. Rojîya we meqbûl be…
Mela Mihyedîn
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 21.05.2020