Min Bêhna Serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo Kir

Di roja 13 Nîsana 2019’an de, li ser daxwaza zankoya Zaxo û weşanxaneya Sîtavê, min ji Qamişlo berê xwe da başûrî Kurdistanê, bajarê Zaxo. Di rojên konferansê (Siyaseta Birîtaniya Himber Kêşeya Kurdî) de li zankoya Zaxo amade bûm û min du pirtûkên xwe di rojên konfransê de îmza kirin. Herdû pirtûk yek bi navê (Beriya Mêrdîmê; Romana Heyamên Derbasbûyî) û yek bi navê (Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) bûn. Ev herdû pirtûkîn min, nû di nav weşanên Sîtavê de li Wan hatine çapkirin..

Di çûnê de, li herdû rexên sînor (Çemê Dicle/ Ava Mezin), rêzgirtineke mezin ji min re hat girtin. Ji Rojava, bê problem derbasî başûrî Kurdistanê bûm. Li Başûr jî, eynî rêzgirtinê ji min re hat girtin. Di encam de min di dilê xwe de got; madam kurdên me wiha bi qedrê min zanin- ez yê ku min 40 sal ji temenê xwe di ber rewşenbîriya kurdî de xerckiriye wiha qedrê min li herdû rexan heye- dêmek serxwebûna me nêzîk dibe.

Li Başûr, di ofîsa mamoste Şewket Berbiharî de çav bi jineke pêşmerge bi navê (Xensa Elî Mîranî) ketim; wek generalek artêşa Amrîkî; bi cil û bergên pêşmergeyan pêçayî bû, demaçeya wê bi kêleka wî ve berdayî bû, ala Kurdistanê bi milê wê ve daliqandî bû.. Li gor ku min navê wê ji medya Kurdî bihîstibû, ji 20 salan ve di çeperên şer de karê nûjdariya pêşmergeyan dike; birîndaran derman dike.. Nexasim ku wê di şerê dijî Daişê de li Şingalê mêraniyeke mezin kiriye û nav û dengê wê bi firehî hatiye belavkirin, ta ku serok Barzanî pêşwazî û spasiya wê kiriye.. Vê şêrejinê ez bi otomobîla xwe gîhandim Zaxo, hotêla (Jamal) ya ku ji me re hatibû terxankirin û alîkariya xwe ji min re diyar kir.
Li hotêla (Jamal), çav bi dost û hevalên ku ew jî wek min hatibûn, ketim; nivîskar Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya Sîtavê, Ferdî Sak û Yusif Başragan, ev herdû Bakurî ne di zankoya Zaxo de mamostetiyê dikin..

 

Nivîskar Eslîxan Yildirim xwediya weşanxaneya Azad, mamoste Husên di ber weşanxaneya Nubiharê de, Hebîb Kaya di ber weşanxaneya Avesta de, Semra, Eyûb û Mezlûm di ber weşanxaneya Enstîtuya Kurdî de ji Stenbolê hatibûn.

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply