Çîrokên Civakî “ERD”

Serkêşiya çîroknivîsîna nûjen a kurdî /kurmancî kurdên li Swêdê kişandin. Kurdên ku ji herçar parçeyên Kurdistanê hatin Swêdê û weke penaber jiyan, di hêla xebata çandî, edebî, ziman, dîrok û lêkolînê de kar û xebatên hêja pêk anîn û ew xebatên xwe hêj jî didomînin.

Berpirsiyar û birêvebirê weşanxaneya Sara Goran Candan (ku nasnavê Bavê Barzan jî bikar tine) yek ji nivîskarên kurd î bakure ku sîh sale li Swêdê dijî û ji bo çand û edebiyata kurdî dixebite. Wî bi nave “Sara” weşanxaneyeke kurdî damezrand û gelek pirtûkên kurdî û yên derbarê kurdan de çap kir. Wî bi xwe bi kurdî gelek gotar, nivîsên curbecur bi kurdî nivîsî û di weşanên kurdî de, di kovar û rojnameyên kurdî de çap kir û gihaşte destê xwendevanên kurd. Wî bi kurdî “Efsaneya Şahmaran” nivîsî. Pirtûka wî a çîrokên civakî “Erd” jî xweru bi kurdî ye.

Pirtûka çîrokan a Goran Candan “Erd” di nav weşanên “Sara” de, di sala 2011/an de li Stockholm /Swêdê hatiye weşandin. Wêneya berga pirtûkê hunermend Arif Sevînc çêkiriye. Di pirtûkê de 20 kurteçîrok hene û pirtûk 168 rûpele. Li dawiya pirtûkê jêrenot û ferhengok hene. Di jêrenotê de tiştek balkêş heye. Nivîskar Goran Candan bîst cureyên peyvek kurdî ku di kurdî de bi cureyên cuda tê bikaranîn rave kiriye. Peyva welê, wilo, wisa, wusan bi bîst cureyên cuda tê bikaranîn. Ev mînak jî dewlemendiya zimanê kurdî dide nîşandan. Di gelek zimanên din de ji bo tiştekî peyvek an du peyv tê gotin, lê di kurdî de bi dehan peyvên sînonîm yên hevmane têne gotin, têne bikaranîn.

Di rûpela herî dawî de jî çend gotinên birêz Mehdî Zana, Cankurd û Mezher Bozan yên derbarê pirtûkê de hene. Naveroka çîrokan  li ser buyer û rûdanên civakî ne û bi şêweya vegotinên wêjeyî hatine nivîsîn. Belê, di naveroka çîrokên ku di pirtûka “Erd” de ne, dîmenên sîh salan radixe ber çavên xwendevan. Babetên cuda, mijarên curbecur û bûyerên balkêş bi şêweyeke edebî û bi vegotinekî weke vakanuseriyê hatiye nivîsîn. Çîrokên ku di pirtûka “Erd” de ne bingeha xwe ji jiyana rasteqîn a civakî wergirtine. Bûyerên di çîrokan de hatine ravekirin hemû jî rastin. Ji xwe nivîskar Goran Candan (Bavê Barzan) çîrokan li gor ekola realîzma civakî afirandiye.

Di vê kurtenivîsa danasîna pirtûkê de ez nikarim yekoyek behsa naveroka bîst çîrokan bikim. Lêbelê wek mînak ez ê bi kurtahî naveroka çîrokek pêşkêşê xwendevanan bikim.

Di nav her civakê de kesên dilsoz ku civak pê serbilinde û kesên nezan, xwenezan, dîn û tiredînên dera hanê jî hene. Di kurteçîroka ku sernavê wê “Tiredîn”e de tiredînekî tê ravekirin.

Kesên tiredîn tiştên ku dibêjin yan jî dikin ew tişt ne yên kirin û gotinê ne, heta ne ên eqilane ku dibêjin û dikin.

Kurdekî tiredîn ê ku nave wî Hûto ye, li nav bajarê Amedê buye bi nav û deng. Helbet navdariya wî bi xirabiyê belav bûye. Hûto ji ber gelek sedemên curbecur dibe diz. Ew diket malan û dikanan, zêr û pereyê xelkê didiziya. Hûto wek hutî laşmezinekî bêcir bû. Di çîrokê de serpêhatiyên Hûto û li dawetê/dîlanê bi yekî re şerkirina wî tê qal kirin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply