Yearly Archives: 2020

Tebax, 2020

  • 25 Tebax

    Filîtê Quto

    Ev destan li herêma navçeya Qubînê (Bişêrîyê) ya li ser Batmanê diqewime. Mekanên bûyerê gundê Tapîyê yê li ser Qubîna Batmanê û gundê Bilêder ê li ser navenda Batmanê ye. Ev destan wek kilamê Karapêtê Xaço hatiye nasîn û bi vî awayî li Batmanê û li gelek herêmên din ên Kurdistanê belav bûye. Li gor Salihê Kevirbirî, li gor herêman …

  • 23 Tebax

    Medya Kurdî: Dagirkerên ji malê!

    Rêxistin û partîyên Kurdan rê li ber medyayeke azad û bi vê va girêdayî jî li ber dînamîzma fikrê girtine ku herdu jî bingeha civateke sîvîl û pêşdeçûyî ne! Di nivîsa xwe ya di bin sernavê „Lâl olma halî ve Kürtler“ da ez li ser du xalên ku herî zêde milletê me eleqeder dike, sekinîm û ji ber ku mijar …

  • 22 Tebax

    Rewşenbîrîya Kurdî û oto-Oryentalîzm

    Lê gava nivîskarekî Kurd rabe, di sedsala 21an da di jinikeke nixumandî da tenê ‘gagoleke rêxê’ bibîne, meriv dê vê ‘xebata ronakbîrî’ çawa îzah bike? Gelo ‘gagoleke rêxê’ çîroka ‘Çarşef’ bixwîne, dê di rihê wê da çi bêje? Ma heqê kê heye, ku metaforeke bi vî rengî di serê xwendevanên xwe da bi cî bike? Ma wîjdana nivîskarekî çawa munasib …

  • 21 Tebax

    Sînor, Edebiyat û Mueyed Teyib

    Gava mirov ji kitêbekê, ji şiîrekê, ji fîlmekî, ji stranekê zewq girt, wê demê ew dibin sedem ku meriv ji wî zimanî jî zewqê bigre. Berhemên Teyib ji vê hêlê ve jî têr û tije ne, kûrahîya her metnekê bi mecaz, alegorî, îroniyan bi serê xwe heye. Zimanê şiîra Teyib, ne zimanekî çêkiriye. Zimanê wî zimanekî otantîk û resen ê …

  • 20 Tebax

    Romana Prensê Kurd, Dr. Kamûran Bedirxan

    Bi her kesê ku bi dîrok, edebîyat, rojnamevanî û zimanê Kurdî ra eleqedar e, malbata Bedirxanîyan navekî ’eyan e. Li ser wan ji xwe gelek xebat hatine kirin û xebatên wan bi xwe jî bi awayekî rêk û pêk hatine belav kirin. Weku tê zanîn, Kamûran û Celadet Bedirxan li Almanyayê xwendine û hin xebatên xwe bi zimanê Almanî jî …

  • 20 Tebax

    Kela Dimdimê

    Mekanê vê destanê keleheke Kurdistana Rojhilat e ku wek Kela Dimdimê tê nasîn. Ev destan behsa şerê di navbera Xanê Çengzêrînê kurd û Şah Abasê yekemîn ê eceman dike. Xano, pêncsed karkeran digire, Kela Dimdimê dide lêkirin. Xelîfeyê Şah Abas, ji Xano aciz dibe û Şah Abas lê geş dike. Şah Abas, hêzên xwe yên çekdar bi ser Xano de …

  • 19 Tebax

    Rewşenbîrî çi ye – rewşenbîr kî ye?

    Însan bi agir dikeve sewîya însan. Agir nebe, însan di sewîya heywanan da ye. Lewra bi agir meriv tiştên xav dikelîne û dixwe. Mirov gava agir bi dest dixe, ji koçberîyê, ji nêçîrê diqete û li ciyekî êdî bi cî dibe. Li wir koka xwe datîne. Êdî weke darekê rehên xwe di erdê ra berdide. ‘Rewşenbîrî çi ye?’ Fîlozofê navdar …

  • 19 Tebax

    Gera Li Pey Şopa Dr. Nûrî Dersimî

    Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc; (Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewa), da ku hin pêzanînan li dor kurdên me yên resen Êzidîyan kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan …

  • 18 Tebax

    Parzemîn: Kovara zanist û erdnîgariyê

    Berpirsê kovara Parzemînê Weysel Karabulut dibêje ku bi kurdî xebatên li ser zanistê kêm in û armanca wan belavkirina hişmendiya zanistê ya bi zimanê kurdî ye. Komeke ji zanyar, mamoste û wergêran pêk tê, ji sala 2010’an vir ve bi zimanê kurdî (kurmancî, kirmanckî) xebatên li ser zanist, erdnîgarî û teknolojiyê dike. Komê bi kovara bi navê Zanko ya bi …

  • 18 Tebax

    Çima divê em li filmên sînemayê temaşe bikin?

    Armanca sereke ya lêkolînên zanistên civakî (psîkolojî, civaknasî û antropolojî  hwd.) fêmkirina siruşta mirov û kûrahiya hestên wan e. Her wiha huner jî ne kêmî wan zanistan e. Salên dûvdirêj huner jî nemaze wêje, bûye jêdereke sereke ji bo hizirîna mirov da ku bersiveke maqûl derheqê mirovahî, exlaq, bawerî û ayînan de peyda bike. Yewnaniyên berê huner dabeşî şeş cureyan kiribûn: …