Yearly Archives: 2020

Hezîran, 2020

  • 26 Hezîran

    Jiyana Caban el-Kurdî û kurê wî bi Tirkî hat weşandin

    Wergêr Ahmet Varol berhêma Daham Îbrahîm el-Hesînyanî ya bi zimanê Erebî û bi navê "Sahabî Ceban el-Kurdî" vergerand zimanê Tirkî bi vê sayê cara pêşî li ser vî sehabîyî çavkaniyek evqas berfireh bi Tirkî behsa heyata wî dike hate weşandin. Pirtûk ji Weşanên Asaletê serê salê wê bê belav kirin.

  • 26 Hezîran

    STÊRA KARWANKUJ Û SERPÊHATIYA WÊ

    Bêguman gelek stêr li asîmanê banî hene. Navê piraniyan wan bi kurdiya kurmancî heye. Lê mixabin piştî rûxandina pênc hezar gundên Bakûrê Kurdistanê û heşifandina ciwanîn Kurd li gund û bajaran ji aliyê Kemalîzmê ve, ew nav jî êdî wenda dibin û wendabûne. Berê gundî, xasma jî şivanên gundan û karwanvanî, navê hemû stêran dizanibûn. Lê niha şivantî jî daketiye …

  • 25 Hezîran

    Romatoîd Artrît

    Romatoîd Artrît, nexweşiyeke bi kulbûnê xwe dide der. Ev nexweşî domdar e û sedemên wê nayên zanîn. Herî zêde bandorê li movikan dike lê di hinav û gelek lebatên mirov da jî dibe sedema kulbûnê. Kes vê nexweşiyê ji kesî venagire. Romatoîd, ji peyva “rheumatos” û ji paşgira “oid” pêk tê. Ev bêje wateya “wekî ba/romatîzma” dide. Artrît/arthritis jî “kulbûna …

  • 24 Hezîran

    Gotinek di 35 saliya oxirkirina bavê min de

    Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî …

  • 24 Hezîran

    Ji Bo Seydayê Gurdilî çend gotin

    Seydayê giranbiha Seyda Gurdilî (Mele Amaddettin Yetîz) di 02.12.2020 an de çû ser dilovanîya xwe. Seydayê Gurdilî bi xwe ji xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê (Kurtalan) ya Sertê bû û di sala 1936an de hatîye dinyayê. Li medreseyên Kurdistanê ji alimên Kurd ders wergirtîye. Yek j iwan Melle Evdilayê Sergewra ye.  Li Bismilê, li gundê Aquba nezîkê 20 sal …

  • 23 Hezîran

    Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

    Ji Nûbiharê Salnameya 2021an! Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din… Di rûyê pêş …

  • 23 Hezîran

    Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

    Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket. Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê 16 metnên edebî yên kurt cih digirin û di rûpela …

  • 23 Hezîran

    Şêwra Êvara Perwaneyê

    Koma Xwendinê ya Amedê ku ji 15 rojan carek roman an çîrokek kurdî dinirxîne, vê carê di 14’ê Kanûnê da, romana Bextiyar Elî, “Êvara Perwaneyê” nirxand. Di vê gotûbêja li ser zoomê da bi tevî wergêrê ji soranî bo kurmancî, Bessam Mistefa, gelek mamosteyên Zanîngeha Çewlikê û xwendekarên lisansa ziman û wêjeya kurdî jî beşdar bûn. Jimara beşdaran bi qasî …

  • 22 Hezîran

    Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye

    Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reş bi xebatên …

  • 22 Hezîran

    BUDDHA, HER ÇAR RASTÎYÊN PÎROZ Û RÊYA HEYŞTHÊLÎ

    Buddha ne Xweda bû. Ew fena gellek mirovan yekî asayî bû. Mîna gellek mirovan jîya, bi derd û êşên jîyan û dinyayê hisîya; xwest wan fam bike, bide famkirin û veguherîne û bi vî şêweyî jî barê mirovatîyê siviktir bike. Çil û pênc salan bêwestan weiz dan û digot: ”Êşa di dilê te de dihêle ku tu bikevî di dilê …