Yekem mînaka nivîskî ya wêjeya kurdî ya berî islamê: Yekem helbesta kurdî ya naskirî B.Z. Di sala 330-an de ji hêla Baraboz ve hatiye nivîsandin. • Yekem helbestvanê wêjeya Kurdî ya Klasîk (wextê îslamê) Baba Tahir Hemedanî (Uryan) û Alî Herîrî ye. • Yekem dengbêjê navdar yê kurdan: Evdalê Zeynikê ye(Wan – Mûks). • Dengbêja yekem a jin: ku li …
Yearly Archives: 2020
Sermawêz, 2020
-
23 Sermawêz
SÊ PELÊN MARAN
Hebû tûnebû mêrekî pir feqîr hebû. Tenê kurekî wî hebû û ew ewqas feqîr bû ku nedikaribû kurê xwe xweyî bike. Kurê wî rojekî ji bavê xwe re dibêje: Ez li we bûme bar. Ez dixwazim bixwe li çareya serê xwe binihêrim û nanê xwe bixwe derbînim. Bavê wî pir xemgîn dibe lê naxwaze pêşiya wî jî bigire. Ew ji …
-
23 Sermawêz
Di Nav Kurdên Qafqasê De Perwerdeya Kurdî
Xwedê Teala mirov afirandiye û di mirov de aqil, ziman û gelek hest tê de civandiye. Ziman dayîna Xwedê ye. Mirov çawa ku bê xwarin nikare bijî, bê ziman jî nikare bijî. Ji ber vê bi zimanê zikmakî perwerde dîtin mafê her mirov û miletê ye. Mafê ku Xwedê daye tu kes nikare ji mirov bigre, wê ku zimanê mirov …
-
22 Sermawêz
MALBAT Û PERWERDEYA TAYBET
Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji bo têrkirina pêşveçûneke kesayetî û civakî, perwerdeya stendina bi personelên taybet e. Di vê perwerdeyê de barê giran dikeve ser milên malbatê jî. Di perwerdeya zarokên nekanyar de tevlêbûna malbatê gelek girîng e. Ji ber ku malbat ji mamosteyan bêtir rûbirû dimînin ligel nekanyariyên zarokan. …
-
22 Sermawêz
Klîba strana Gulê hat weşandin
Sêrtê (çandname) – Muzîkjenê Kurd Rewşan Çeliklerê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî de, da zanîn ku wê strana albûma xwe ya bi navê Tov a Gûlê li ser hesaba xwe ya YouTube-ê wek vîdeo-klîb weşandiye. Derheqê kliba strana xwe a Gûlê de, Rewşan Çeliklerê li ser hesaba xwe ya Instagramê wiha ragihandiye; “Tiştê ku naqede hezkirina jidil e. Hezkirina …
-
22 Sermawêz
Razan-Rajan ?
Peyv yan jî lêkera “Razan”ê ku nuha li dewsa xew û nûn”ê tê kêzkirin ji kû tê: Nivîsa vê mijarê li ser pirsa hevalekî bû ka gelo ew razan ji kû hatiye û çima tenê di Kurmancî de heye? Min hez kir beriva hevalî ji hevalên xwe yên hêja û ezîz re jî parve bikim. Hêjayan peyva “Razan yan Rajan”ê …
-
21 Sermawêz
Bo Rojava Kampanyaya Xwendinê
Li gor agahiyên ji organîzatoran hatin standin ev proje wê bi pirtukakurdi.com dest pê bike û bo kampanyayên pêşerojê fîrmayên din yên ku bixwazin û pergala wan piştgiriyê bidê kampanyayê wê karibin beşdarî bibin.
-
21 Sermawêz
Gotinek û Helbestek Zarokan
Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye: Em zarokên Kurda ne Ji bê pirsî winda ne Kesî haj me qet …
-
21 Sermawêz
MIZGEFTÊN QERSÊ YÊN DÎROKÎ
Mizgefta Kumbet (Dêra Hewariyan): Piştî zayînê sala 932-937an de ev dêra, Qralê Bagrat Abas (Bi eslê xwe Abhaz e) ji bo bi palbiştiya 12 Hewariyan çêkiriye. Planêkî wek ketê serê kumbeta wî jî tûj bi kevirên bazalt û bêgirnaz ve hatiye çêkirin. Cephe dervayê jî ser kevaniya kumbetê bi şiklê 12 hewariyan hatine çêkirinê. Piştî sala 1064an Selçukliyan Dêr …
-
21 Sermawêz
Dengbêjekî Bêxweyî: Keremê Kor
Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe ol dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya …