Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, …
Monthly Archives: Tebax 2020
Tebax, 2020
-
6 Tebax
Li Navxweyî Perwerdeya Taybet
Li navxweyî rewşa perwerdeya taybet her çiqas ne fermî be jî li gor dewletên pêşketî yên Ewrûpî çêtir bû, digel ku rewşa aborî ya dewletên rojhilata navîn û navxweyî lawaz bû jî. Perwerdeya taybet berî ku di welatên rojava de têkeve rojevê, li dewletên rojhilata navîn û navxweyî bi saya ol û baweriyan kesên nekanyar dihatin parastin. Ev kes wekî …
-
3 Tebax
Jiyanek Dijwar
Di Mihrîcana Pirtûkan a Batmanê ya Duyemîn de li standa Nûbiharê min pirtûka “Jiyanek Dijwar” dît, li naverokê mêzekir û paşê jî jînengeriya nivîskar xwend haya min jê çê bû ku nivîskar Suleyman Demirkol, mamoste ye û ji gundê Tulenderê* ye. Ji ber vê ez pir bi kêfxweş bûm. Ya herî xweş ev bîr û bîranîn bi Kurdî nivîsandibû. Kitêba …
-
3 Tebax
Îskana kurdan li Anatoliyê
Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa hatina kurdan a Anatolya Navîn dinivîsin, lêdikolin û nivîsa belavdikin. Piranîya wa belgenameyana ji lêkolinvanên tirk, osmanî yan jî ji gerok û lêkolinvanên û ewropî ne. Bi derketina medya sosyal û internetê ew lêgerîn û lêpirsîn hîn jî bi lez bû û avakî nû hilgirt. …
-
2 Tebax
Berhemkarî-Afirînerî
Min di kovara çandî, edebî û hunerî “Berfîn Bahar”ê de xwend. Nivîskar Muzafer Îzgu 86 pirtûk nivîsîye û weşandîye. Ji van 86 pirtûkan 7 roman, 24 kurteçîrok û 55 pirtûk jî ji bo zarokan e. Piştê xwendina vê nivîsê ez li ser nivîskarên Kurd fikirîm. Tu nivîskarekî Kurd hetanî nûha 50 – 60 pirtûk nenivîsandîye. Di nav nivîskarên Kurd de, …
-
1 Tebax
Pendname | Cigerxwîn
Ezê bêjim lê hun dilê xwe megrin, Dinya ne hêja ye emê tev bimirin. Mala me gelekî kûr e, yek max e, Ew jî li bin şeş heft tebeqên ax e. Em tev bira ne, ji dê û yek bav, Ji miriyan re çi maye, ji bil nav. Qet şiyar nabin, ta kengî razin, Hun mezin in, em ji we …
-
1 Tebax
Binefşa Narîn
Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan …