Duşem , 3 Tebax 2020

Arşîvên Mehane: Tîrmeh 2020

Cejna Hecîyan-Xutbe

لَنْ يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوَى مِنْكُمْ كَذَلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَى مَا هَدَاكُمْ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ (37) الحج Bawermendên birûmet! Îro yek ji du Cejnên Îslamê, Cejna Qurbanê ye. Li we û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo aştî, aramî, wekhevî û ewlehiyê. Yek ji taybetmendiya Cejna Qurbanê ye ku di …

Bêhtir Bixwîne »

Sîyabend û Xecê

Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê …

Bêhtir Bixwîne »

Bar – e-Kovara War, Wêje û Wergerê

Agahî: Kovara Barê bi durişma “War, Wêje û Werger”ê di sala 2016’ê de dest bi weşanê kir. Helbest, çîrok, werger û nivîsên wêjeyî diweşîne. Kovarê piştî jimara sêyem sê salan navber da weşana xwe. Di temuza 2020an de bi jimara çarem dîse got merheba. Vê carê koma Barê guherî bû û ne wek çapî wek e-kovar bi formata .pdf dewamî …

Bêhtir Bixwîne »

Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!

Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan! Civaka kurdan ya Kazaxistanê! Hêjano! Bi mixabinî û dilekî şikestî me li Qamişlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê …

Bêhtir Bixwîne »

Zembîlfiroş û Gulxatûn

Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna wê bide. Lê Zembîlfiroş, mirovekî xwedî zar û zêç e. …

Bêhtir Bixwîne »

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş neketiye, cefayên çêkirina bernameyan hene, rexne li gor têkilîyên şexsî têne kirin…   (Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome) Bi cefa ne! Mehdi Mutlu dema bernameyeka Rûdawê pêşkêş dike (Wêne: Arşîva Mehdî Mutluyî) “Çêkirina bernameyên Kurdî bi cefa ne, kêşeya herî mezin mijara ziman …

Bêhtir Bixwîne »

Hejmara 40’emîn a Kovara “Kürt Tarihi” derket

Hejmara 40’emîn a Kovara “Kürt Tarihi” bi mijara dosyeya “Sînemaya Kurdî” li pêşberî xwendevanên xwe. Kovara “Kürt Tarihi” di her hejmareke xwe de li ser mijareke cuda û nû disekine, nivîs û gotarên ku di derbarê gelek mijaran de hatine amadekirin diweşîne. Di hejmara nû ya “Kürt Tarihi” de mijara dosyayê “Sînemaya Kurdî” ye. Bahar Şîmşek, li ser “Sînemaya Kurdî” …

Bêhtir Bixwîne »

Jimara 2. ya Kurd’Înalco Derket

Ziman, Wêje û Çand, li Ewropayê jî xwe her zindî dike ! Xwendekarên Kurd ên Parîsê, hejmara duyem a kovara Kurd’Înalcoyê weşandin. Berga kovarê bi xêzeke sûretê Cegerxwîn ve hatiye xemilandin. Ew xêz ji aliyê wênesazê Kurd, Serdar Mutlu ve hatiye çêkirin. Wêne peyama yekîtiyê dide û her weha di qada netewperweriya kurdî de, cîhê Cegerxwîn jî raveyî xwîneran dike. Kovara …

Bêhtir Bixwîne »

Salên Mûnixê yên biraderên Celadet û Kamiran Bedirxan

Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan Dr. Bîrgît Ammann Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê …

Bêhtir Bixwîne »