Di şevtariyê de bûm Ji te dûr û bêagah Bêkes û bêwar li xelekên cudahiyê Ne min xwe dinasî, ne dihatim nasîn Ne jî rêya çep dest ji min dikir Digel ku min dest ji xwe ber da bû Li rasta rêya ronî û ber çav Li bîrên tarî û ligel mar û mûrî bûm Ew zindiyê li jiyanê mirî, …
Monthly Archives: Hezîran 2020
Hezîran, 2020
-
8 Hezîran
Pirtûka Dehemîn a Konê Reş Derket
Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û Pexşan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamişlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî …
-
8 Hezîran
10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr
Silav û rêz xwendevanên hêja. Di vê nivîsê de ez dixwazim ji we re qala dirêjkiriniya geroka webê (web browser extension) bikim û ji bo vî, min lîsteyeke amade kir. Di nav lîsteyê de 10 heb dirêjkirinî yên Firefox û Chorme-ê hene. Yên 8, 9 10em piranî tekildarî lekolîneran in. Hemî gelek bi feyde ye û lewma karê mirov hêsantir …
-
8 Hezîran
Hûn Bixêr Hatin Hollandê
Gelemperî ji min dipirsin; xwedîkirina zarokeke nekanyar çawa ye? Aha ji we re vebêjim. Hesta ku hûnê bibin xwedîzarok an dê û bav, mîna planeke ger û geşta li Îtalyayê ye. Di derbarê Îtalyayê de hûn gelek pirtûk û biroşûran digrin û dest bi planeke nûwaze dikin. Kolezyûm, Dawidê Mîkelanjelo û kelekên Venesê… Heta hûnê hînî çend herfên Îtalyanî jî …
-
7 Hezîran
Têgehên Netewî û Welatparêziya Melayê Cizîrî
Gellek lêkolîner welatparêziya wêjeya kurdî ji Şêx Ehmedê Xanî destpêdikin û heta dewra îroyîn jî tînin. Ev fikir ji sedî sed rast nîn e. Xanî gellek ked daye û di dewra wî de bi xebatên xwe di wêjeya kurdî de cihekî mezin ji Kurdbûn, ji Kurdistanîbûn û ji Zimanheziyê re veqetandiye û ev fikrên netewîbûnê bi Xanî re gihaştiya kemalê. …
-
7 Hezîran
Pirsname – Ciwanê Abdal
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal 1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî? Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min. 2.Çandname: Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Li stranên Mem Ararat guhdar dikim, çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin. 3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Ez …
-
5 Hezîran
Xeyal û Rasteqîn
Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe. Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî û newalan, li gund û bajaran temaşe dikir. Bîranîn û …
-
5 Hezîran
RÛPELEK JI PIRTÛKA KEVNAR!
Roja 26/ 05/ 2020, saet: 14.15, min nivîsek bi sernavê PIRTÛKEK KEVNAR HATE DÎTIN weşandibû. Biraderê me Mihemed Nêçîrvan 16 rûpel ji wê pirtûka 22 rûpelî, bo min hinartibûn. Îro min rûpelek ji wan veguhazt tîpên Latênî. Wek uslûb û naverok, diyar e ku ev berhem a Ehmedê Xanî ye. Dibe ku ev, beşek ji Memozînê be jî. Bêguman gelek …
-
4 Hezîran
Bajarê Mehabad Nasbikin
Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد, lat. Mahābād) bajarekî binavûdeng a kurd, li başûrê Gola Urmiyê yê û bajarke Rojhilatê Kurdistanê ye. 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn.(2006) Di sala 1946’an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin. Navê Mehabad …
-
4 Hezîran
Dayik û Pîrikên Berê Dev Ji Zimanê Xwe Bernedidan
Dayik û pîrikên berê bi xîret bûn, di bajaran da tu carî dev ji zimanê xwe bernedidan, teslîmî tirkî û asîmîlasyonê nedibûn û bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn. Jiyana wan li bajaran derbas dibû, lê zarok û neviyên xwe bi kurdî mezin dikirin. Dayik û pîrikên nuha pir qelp in, çer ji gundê xwe koçî bajêr …