Hunermendê mezin Şivan Perwer wê bibe mêvanê bernameya Weşanxaneya Nûbiharê. Bi moderatorîya Nivîskar û Kurdolog Abdullah Încekan ve bername wê bi awayekî zindî bê weşandin. Bername wê roja yekşemê li gor saeta Amedê êvarê 21.00an de dest pê bike. Bername dê bi awayekî zindî li ser hemû malperên (Twitter, Facebook, Youtube û Perîscope) weşanxaneya Nûbiharê bê temaşe kirin. gazeteduvar.com.tr 📢 Mêvanê …
Monthly Archives: Gulan 2020
Gulan, 2020
-
24 Gulan
Maxûlê Kerê
Di pêşî de, ji bo ku kes ji xwendevanan nebêje va mirova li ser tiştên bê sinc diaxife, an jî di dilê xwe de bêje tê bê ku tewir babet li gerdûnê nemane bêyî babetên îrotîkî heyanî ku ev camêr şorên binfilitî dike. Lewra pêşda dibêjim ku mijara vê bûyerê ne li ser jiyana rêgezî ye. Wek hûn dizanin gava …
-
23 Gulan
Suat Baran: Elbakof, hem ez im hem dijminê min e
Juriya ku ji Berken Bereh, Fewzî Bîlge, Yenqîn H., Bêrîvan Zînzal û Necla Arî pêk dihat, “Kitêba Elbakof” a Suat Baran hêjayî xelatê dît. Her wiha jurîyê xelata rûmetê ya îsal jî da çalakvana mafê mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci. Malbata Arjen Arî, Weşanên Sor (Berê Evrensel) ev çend sal in ji bo bîranîna helbestkar Arjen Arî ‘Pêşbaziya Helbestan a …
-
22 Gulan
Bajarê Dîlokê
Dîlok (wekî Dilok,Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.( dagirkerî) Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û …
-
21 Gulan
Dîroka Muzîka Kurda
Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû. Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye. Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280-P.Z. 130 salan de xwedî hukim bûye, …
-
20 Gulan
Nasname û Ziman
Kurdî bi tu awayîyê naşibe zimanekî dine ango wekxweyî ye, di gellek mijarên rêzimanê de taybetmendî û rêzik û qeydeyên wî yên balkêş he ne, dewlemend û serbixwe ye. Li ser erdnîgarîya rojhilata navîn bi çand û bingehekî qedîm û dêrin e. Ji xwe bi vê dewlemendî û qedîmîya xwe zimanê me, bi sedan salan ji nivîs, çap û weşanê …
-
19 Gulan
Tiştên Ku Hêza Pergala Bergirîya Mirov Kêmtir Dikin
1-Kêmxewî; Dema mirov dikeve xewê pergala bergirîye ya mirov dikare zêdetir antîkor û sîtokînan hilberînê. Ev antîkor û sîtokîn di şerê dijî mîkroban de wekî çekên pergala bergirîye tên bikaranîn. Pergala bergirîye di şerê dijî mîkroban de xwediyê çiqas çekan be dikare evqas serkeftî bibe. Loma divê mirov di wextê de têra xwe bikeve xewê. 2- Bêhntengî stres: Dema mirov …
-
18 Gulan
Pedegojî Bi Kurdî Xweş e
Tiştê ku zarokê/a nû hatîye dinyayê bi jîyanê ve girê dide çi ye? Hêza ku wan bi coşeke mezin dixe nava liv û tevgerê ji ku tê? Mesela çi rê dide ber wan ku ew wê hêzê di xwe da dibînin û radibin ser pêyan, yan jî motîvasyon çawa bi wan ra çêdibe ku ew hînî zimanê ku bi rastî …
-
17 Gulan
Kurdek li Novodevîçiyê
Novodevîçî goristaneke dîrokî û pir naskirî ya Rûsyayê ye ku li navenda bajarê Moskova paytext dikeve. Ji sedsala 16an ve mirî li wê goristanê tên veşartin, lê ji sala 1904an ve bû goristana veşartina kesayetiyan. Ew goristan menzila hertimî ya gelek kesên diyar ên cîhanê ye wek Kruşçev, Yeltsin, Çexov û Nazim Hikmet. Li tenişta wan Kurdek hatiye veşartin ku …
-
17 Gulan
Çanda Me Yê Sedsalan
Li hemû bajarên Kurdan salane ku keçên ciwan bi cilên xwe yên gelêrî berik û berhemên destkariyê yên çandî çêdikin. Dixwazin çanda wan a bi sedan salan a kurdewarî her tim li ser xwe be û neyê jibîrkirin. Ji bo ev kefneşopî were domandin her bajarî û navçeyan qursên jina jî hene. Ciwan bi cilên xwe yên gelêrî berik û berhemên ji hev …