Yekşem , 24 Gulan 2020

Arşîvên Mehane: Nîsan 2020

Vîna guhartinê

  “Çiya ne pêwîstî çiya ne, lê pêdviya mirov bi mirova heye)” Lavontîn (1) ger te bi zagonên cîhanî bawer nekir û xwe ji pirensîpên civakî tev de kir û xwe ji taybetmendiyên xwecihî jî rût kir ma bi çi bihaneyê te mîna dîwaneyên ber deryêd mizgefitan xwe bi ser şopa pêşengên avakirinê de xwar kir? (2) ger ji pêşerojê …

Bêhtir Bixwîne »

Li Serhedê Rojên Zivistanê

Ev çend roj e odeya me ya gund tê ber çavên min, salên heştêyî de, ez jî êdî zarokekî helegeyî, berefehm bûm. Oda me bi kevir û daran ve hatibû çêkirin, kêran, merteg, piştek, kondên wê ji darên çamê bûn, kewaşê wê, ji nermegîhayê Kanîfirşkê bû. Dîwarên odeyê bi heriyê va hatibûn siwaxkirinê lê derdorê pacê tenê bi bêtonê ve …

Bêhtir Bixwîne »

Derîyê Dil û Hiş

Derîyên me hene. Me ji tiştên derve diparêzin û sînorekî dixin navbera me û tiştên derveyî hundirê mejî û dilê me. Peyva Derî ji Der tê. Der jî tişta nenas e ji bo me û herdem tiştên nenas bûne tirs û xof ji bo me mirovan. Peyva der qertafa î wergirtîye û peyvek nû li ziman zêde kirîye, ew peyv …

Bêhtir Bixwîne »

Berfo-Yûcel Aslan

Heyam piştî bêdera bû, çend roj mabûn êdî qurix biavêje, bayê pel û pûşê erdê komî newalan kiribû, ew hêşnaya biharê ya mîna xalîçeyeke kesk şûna xwe xesîleke zer re hiştibû. Ew cuhokên axlêvê av jê diherikîn tev zuha bibûn, tu dermana re bigeriyayî te dilopek av nedidît. Pezê gund bibû yekdan, wî danî jî nedihat gund, bintara gund devê …

Bêhtir Bixwîne »

Dîroka Sînemayên Welatên Cîhanê

Li Îranê Sînema Yekem filmên farisî yên metrajdirej bi navê Duhter-i Lor (Keça Lor, 1933) Ardeşir Îranî li Hindistanê kişandiye. Ev film li ser bilindkirina netewperestiya Îranîya rawestaye û bi vê armancê biserketiye jî. Di dema Şerê Cihanî yen Duyem de DYA ji bo ku piştgiriye bide dewletên nekomunist, bi taybetî yên wek Îranê ku cîranê Sovyetêne, gelek projeyên filman …

Bêhtir Bixwîne »

MEHA REMAZANÊ Û GIRTINA ROJÎYÊ

Qîmeta meha Remezanê çima wûsa zêde ye?  Qur’ana pîroz di vê mehê da înzal bûye. Xwedê ayetekî de wûha ‘emir ferman dike û dibêje: “(Ev rojên bijimar) Meha remezanê ye, ew a ku Quran tê de hatîye şandin ku ayetên we ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq jî batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji …

Bêhtir Bixwîne »

Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye! Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî!

Komek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin. Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Bo Vîrûsa Koronayê Hinek Nifir

ÇEND NIFIRÊN KURDÎ LI VÎRÛSA CORONAYÊ: Agir bi derê te bikeve Agir bikeve mala te Agirê kulê bi mala bavê te bikeve. Agirê semawatê bikeve mala te Axîna te xwîn were Berik li te bikevin Berîka te hertim qul be Birûsk li te bikeve Çavên te bibin rijik Cegera te bişewite Dê û bavê te xêr ji te nebînin Dev …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Komeleya Nûbiharê Qursên Kurdî yê Online

Komeleya Nûbiharê di malpera xwe de diyar kiriye ku; yên bixwazin Qursa Zimanê Kurdî (Zazakî-Kurmancî)heya 23/04/2020an de qeyda xwe çê bikin. Daxuyaniya Komeleya Nûbiharê Kesên dixwazin beşdarî qursan bibin divê herî dereng di heta 23/04/2020an da qeyda xwe ser we formê temam bike. Emê ji bo qursan bernama ZOOMê bi kar bînin. Qursên me bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) û Farisî …

Bêhtir Bixwîne »