Monthly Archives: Sibat 2020

Sibat, 2020

  • 27 Sibat

    Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek liser Rexne ya Edebî

    Nivîskarê pirtûkê Rebî Zêbarî dibêje “Armanca me ji vê lêkolînê ew e, Edeba Başûrê Kurdistanê ji bo perçeyên din ên Kurdistanê bide nasîn, heta ji bo Kurdên Qefqasê jî.  Ev pirtûk bibe pirek di navabera perçeyên Kurdistanê de û bi taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî “. Rebî Zebarî liser pirtûkê, tine ziman: “Ev pertûk a min …

  • 26 Sibat

    Zimanê me rûmeta me ye

    Gelî xwendevanan, ez îro nû tev li vê malpera Çandnamê bûm. Ez bi kurtasî xwe bidim nasîn: Ez ji gundê Rostem Gedûkê girêdayê navça Kopê ya Mûşê me, em dibêjin herêma Serhedê Gelî hevalan nivîsa min a nû li ser ziman e. 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî ye sedama vê rojê ez ê ji we ra qala girîngiya …

  • 23 Sibat

    Pîrozbahî

    Pîroz e şevek pîroz e Cejn e û him jî Newroz e Çi şahiyek e  dilsoz e   Çi helkefte û çi cejn e Gul û sosin jêre bejn e Rojbûna teye şêrjin e   Çi şeveke xemrevîn e Hemû şadî û evîn e Xizimin li hev civîn e   Helkefteke bê hempa ye Xweşî û şadî ber ba ye …

  • 21 Sibat

    ÎXLAS Û RÎYAKARÎ (DURÛTÎ)

    Bi navê Xwedayê Rehmanê Rehîm. Xwendevanên hêja, ez ê îro bala we bikşînime ser tiştekî girîng. Mijara me ya îro wê ser îxlas û durûtîyê be. Îxlas çî ye?  Îxlas: ‘Emel, ta’et û ‘îbadet bi tenê ji bo Xwedê kirin e.  Lê dilsoj û dilşadî,  bê şerik Xwedê re ‘ibadet kirin e. Misilman her çi ‘emelî dike bila bike ji …

  • 20 Sibat

    KILAMA BIŞAR û GULÊ

    Bişar Lawê Çeto ye, ji Eşîreta Pencinarê ye. Ji malbata mala Dîbo jî tê gotin. Di herêma Xerzan û Bişêriyê(Qubînê) de jiyan e. Bişêrî wek her deverên Kurd û Kurdistan bi ceng û şerên eşîran ve tê naskirin. Mala Eliyê Unis, Qewmê Çiyê, Filîtê Quto, Emê Etmanekî, Emê Gozê û bi sedan ser şerê wan hene, derfet hebin em ê …

  • 16 Sibat

    Dr. Tosinê Reşîd: Ji dîroka Alfeba (ABC) Kurdî

    Bi sedsalan kurda alfaba aramî (erebî) bi kar anîye û heta îro jî li Rojhilat û Başûra Kurdistanê ew alfeba tê bi kar anîn Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsarê, ku bûne dewlemendîya çanda kurdî. Du pirtûkên ola êzdîya: ‘Mesheba reş’ û ‘Kitêba Cilwe’ bi alfabêke taybet hatine nivîsar. Lê dûarojê zêde berhem bi wê alfabê negihîştine me …

  • 14 Sibat

    Ibnê Xerîb êdî ne xerîb e

    evî ku hejmareke berbiçav a Kurdên Kurmanc li Îranê dijîn û mirov dikare bi texmîna herî kêm gelheya wan li Îranê sê milyonan bide zanîn, lê di qada kurmanciya nivîskî de rewşa wan a heyî ne gelekî xweş e. Em dizanin û dibînin jî gelheya kurdên Soran li Îranê ji ya kurmancan gelekî jî ne pirtir e, lê cudahiya di …

  • 14 Sibat

    XÊR Û FAZÎLETA ROJA ÎNÊ

    Bi navê Xwedayê Rehmanê Rehîm. Xwedê T’ala  derheqa vê rojê da wûha emir ferman dike û dibêje:  ‘’Gelî yên bawerî anîne! Gava roja înê banga nimêjê hate dayîn, vêca bi bal zikrê Xwedê (nimêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn  û firotanê berdin. Ha ev (çûna nimêjê û terka bazarê) eger hûn bizanin ji bo we çêtir e. …

  • 12 Sibat

    Lîstika Çîçû bi Zazakî hat pêşandan

    Kêşeyên zaravayê zimanê Kurdî Zazakî, ligel zor û zextên li ser wê, vê carê bi rêya lîstikeke şanoyê derkete ser dikê. Ev lîstika bi navê Çîçû ku behsa tenêtiya mirovekî dike, li êş û azarên Zazakî hatiye guncandin, di heman demê rexneyeke giran jî, li bêhest û bêgiyanbûna civakê digire. Bi zaravayê Kurdî Zazakî piştî demeke dirêj yekemcar lîstikek hate …

  • 11 Sibat

    Rasthatin Li Laçînê

    Sala 1992 an, gava hêzên ermenîya deverên Azerbadcanê ye kurd lê diman, kirin bin destê xwe, em, çend kes çûne Laçînê. Piştî ez vegerîyam min ev esse nivîsî û di rojnama ‘Riya Teze’ de belav kir. Ez bawerim niha jî ew esse wê ji bo hinek hogirên me balkêş be. RASTHATIN LI LAÇÎNÊ Stûna ji bêton, ku li ser bi …