Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi armanca pêşxistina wêje û zimanê Kurdî “Komeleya Wêjekarên Kurd” hat avakirin. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Hogir Berbir ji Rûdawê re diyar kir ku her çiqas komeleya ku niha hatiye damezrandin, weke li dewsa Komeleya Nivîskarên Kurd ku hatiye girtin bê xuyakirin jî, lê di eslê xwe de komeleyeke nû ye ji bo nivîskar …