Yearly Archives: 2019

Îlon, 2019

  • 24 Îlon

    Pirtûkek Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ

    Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji nav weşanên Nûbiharê derket. Xebata ku di qada estetîka ruxsarî ya nezm/helbesta Kurdî ya klasîk de …

  • 22 Îlon

    Ji Paşa Amedî kitêbek nû: ÇÎN Û MAÇÎN

    Çîn û Maçin di edebiyata rojhilat de bi nav û deng e. Herdu kelîme ge bûye nav, geh bûye navên welata… carna jî bûye navê warê nenas û cihê dûr; weka çiyayê Kafê ne heye ne jî nêz e. Çi awayî dibe bila bibe di nav me Kurdan de jî bi awayeke çîrokî jî hatiye gotin û di çîrokê gelêrî …

  • 6 Îlon

    Jîna Dinê – Ronî Aram

    Zar bûm hatim dinê Şîr da min dayê Kor bûm Sivik bûm Barê diya xwe bûm Piştre çav vebûn Mezin dibûm Çi qas mezin dibûm Barê min giran dibû Jiyan barê giran bû Niha di bin barê xwe de me Êdî her tiştî dibînim Hêdî hêdî hîn dibim Hêdî hêdî dîn dibim Û hêdî hêdî dimirim…

  • 5 Îlon

    Ji Herêma Amedê Hin Mînakên Folklorîk

    Pîrtûka yekem a xwendekara Zankoya Cewligê ya Beşa kurdî Eylem AKINCI li Swêdê hat weşandin û navê pirtûka wê “Hin mînakên folklorik ji herêma Amedê” ye û ew di nav weşanên “Jîndan”ê de li Stockholm/Swêdê hat weşandin. Çapa yekem a pirtûkê di meha Tirmeha 2019an de hate weşandin. Pirtûk 88 rûpel e û ebada wê mezîn e. Berga wê rengîn …

  • 5 Îlon

    Ziryab 3 Derket!

    Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya sêyemîn li pêşberî xwendevanê xwe ye. Hejmara sêyemîn a Ziryabê û albûma Bijareyên Ziryabê tê. Di hejmara nû de bi du komên cîhanî re hevpeyvîn hatine kirin. Di hejmara nû de bi Mehmet Bayrak, Gani Nar, Maviş Guneşer, Dogan Çelik, Xosnav Tillo, Hatice Yaşar, Ma Music Center hwd. re hevpeyvîn hatine kirin. Di …

  • 5 Îlon

    Qûmar – Ronî Aram

    Siyaset qûmar bû Dinya maseyek qûmarê bû Dinya alem ji xwe re bi vê qûmarê dileyîstin Li ser maseya qûmarê hemû cûre millet rûniştibûn. Tirk, Ereb, Fars, Ûris, û hwd.. Li ser her tiştê min dileyîstin. Nirx, ax, gund û bajar. Hema her tiştên min yên li sererd û binerd.. Ew bi kelecan ji xwe re dileyîstin, Û ya herî …

  • 3 Îlon

    Çima Tu Nayê / Ronî Aram

    Nexweş ketim canê, tu li ku yî? Berî ez bimrim, min nexe tirbê! Roja tengasiyê, tu ne li vir î Ez dimrim canê, çima tu nayê? Şevên cemidî, dikevim tayê Bê te serê min, dikeve belayê Delal zû wer e, qet bê te nabe Ez dihelim canê, çima tu nayê? Were delalê, were hevalê Bê te çi dikim, sebra min …

  • 2 Îlon

    Yekîtî / Ronî Aram

    Netew yek e, birîn yek e, êş yek e. Welat yek e, ew ne milkê kesek e. Kurdino rabin, xebat bikin, bi kurmancî. Ji bo vê ye ew qas jan û axîn û sancî. Bi zazakî, bi soranî, bi goranî. Bi loranî, bi toranî, bi hewremanî. Bi her devok û her şêweyên vî zimanî. Biaxivin, binivîsin, fêr bibin tev bi …

  • 1 Îlon

    Dilê Şikestî / Ronî Aram

    Eger ji vê eşa dil ez rizgar bibim Ez hew carek din evîndar dibim Ku min bizanîbûya min dil ne dida Îro polî poşman min li xwe ne dida Ez hew dilê xwe êdî didime kesî Ez bawer nakim ji sozên tu kesî Ji destê yar, min derba xwe xwar Çi qas bigirîm û ez bikim hewar Feyda nakin ev …

Tebax, 2019

  • 20 Tebax

    Çend pêşniyar ji bo nexweşiya ‘Diltengiya Panîk’

    Çend pêşniyar ji bo nexweşiya ‘Diltengiya Panîk ‘ (Panic Disorder) 1- Li ser kursiyekê rûnin û lingên xwe di binê erdê ve bidewisînin ta hûn wan hîs bikin. 2- Tiştê ku niha diqewime binav bikin(di serê we û bedena we de) 3- Destûr bidin ramanên xwe bila biherikin di mejîyên we de. 4- Destê xwe bide ser zikê xwe û …