Yearly Archives: 2019

Cotmeh, 2019

  • 14 Cotmeh

    Konê Reş û Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Berê)

    Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk ê …

  • 14 Cotmeh

    Dengek Efsunî Ji Zaroktîya Min: Yekbûn

    Cara pêşî di kîjan qenalê de leqayî dengê wê hatim nizanim. Lê wexta min sewta dengê seh kir di cihê xwe sekînî mam û li pey dengê wê derbasî nav xeyalan bûm. Cara pêşî bi covera strana “Were Were” min dengê cenabê wê bihîstibû. Çi dengek zelal, zîz, meqamxweş û dengxweş bû. Piştre min guh da hemû albumên hunermenda delal. …

  • 12 Cotmeh

    Birayên Xayîn

    Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira. Herdu kolan erd û ax, Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn. Nerm kirin kils û herî, Kevir anîn berderî. Tev xebitîn jin û mêr Ji bilê ewê bê xêr. Mîna gayekê zexel Wî çav berda bu mexel. Bê dengî li bendê bu, Xebat ne karê …

  • 12 Cotmeh

    Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye, Ne li Botan û Ermenistanê ye

    Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970), ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û Sîsebanê yek in û ew …

  • 12 Cotmeh

    Biro Metînî helbestvanê kurdên Libnanê bû

    Bi min xweş e ku ez evîndarekî welat û zimanê Kurdî ji kurdên Libnanê, bi we bidim naskirin. Ew Biro Metînî ye, yê ku di helbesteke xwe de wiha dibêje: Bihayî bihayî Kurdistan Bi serê Mîtanî*, tev laş û can Lê îro dijmin lê paldayî Bihayî bihayî Kurdistan.. *    *     * Bihayî bihayî Kurdistan Bijî Qadiyê Mehabad, bijî Şêx Seîd …

  • 10 Cotmeh

    Hestên Penaber – Xizan Șîlan

    li tenêtiya şevistanên sar hestên xwe dispêrim paşila helbestê li bêçaretiya qederê rojên nazdar û kubar xwe ji min veşartin xurbetê kirasê şînê li bedena şadiyên min rapêça ken û girînê ji hêlîna dil fîrar kirin derdê dinyaya derewîn li ser serê min bû barekî giran li bêçaretiya qederê di giyana xwe yê şermok de têm guvaştin li nav axîn …

  • 5 Cotmeh

    Sînemxan Bedirxan; Sirgûniya 172 Salan û Eşqa Zimanê Kurdî

    Di sala 1947an de, anku ji berî 172 salan ve Osmaniyan karîbû serhildana Mîr Bedirxan bi dawî bînin û Bedirxaniyan ji Kurdistanê sirgûnî Stenbolê bikin, di pey re ew di çar kenarên dinyayê de belav kirin.. Lê wan Osmaniyan nikarîbûn, Bedirxaniyan dûrî zimanê wan bikin û zimanê wan ji devê wan derînin.. Wan Bedirxaniyan jî, li sirgûnê, di bin şert …

  • 4 Cotmeh

    Rojên Berê – Ronî Aram

    Herê herê Kanîn ew rojên berê.? Ew kaya li ber kerê Ew berxê li ber miyê Ew rojên em diçûn giyê Pir xweş bûn ew rojên berê. *** Erê erê Kanî ew çanda berê.? Ew savarên li bênderê Ew beroşên danûkê Ew qirêja heshesûkê *** Belê belê Ji bîr nakim wê rêya li ber têlê. Şûxlê me yê febrîqê Ava …

Îlon, 2019

  • 26 Îlon

    Ez û 7’Min Filmefestîvala Duhokê Ya Navdewletî

    (7. Duhok Internatiyonal Film Festival) Di navbera 9-16 Ilona 2019’an de wek mêvan, min beşdarî di (7’mîn Filmefestîvala Duhokê ya Navtewletî) de kir. Mixabin ji ber problemeke kesayetî, min nikarîbû herdu rojên dawî li festîvalê bimînim.. Bi hêvî me ku di rojên hatî de ez karibim hûrikên çûna xwe a vê festîvalê, dîtina derhêner û sînemekarên kurd û biyanî û …