Qîza Bavê Xwe sêyemîn kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ye, berê jî bi navê A Baş û Derd du kitêbên wî hatibûn weşandin. Qîza Bavê Xwe ji Weşanxaneyê Wardozê derketîye, 114 rûpel e û ji çardeh çîrokan pêk tê. Kîjan aliyên berhemê baş in? Ger em zorê bidin xwe em dikarin çiqas encamên baş û şîroveyên raserî derbixin. An jî …
Daily Archives: 13/12/2019
Hezîran, 2019
-
13 Hezîran
Pirtûka “Serê Bajarekî Çîrokek” Derket
Pirtûka nivîskar Rojbîn Ozkan ya nû bi navê “Serê Bajarekî Çîrokek” ji weşanxaneya Loryayê derket. Rojbîn Ozkan ji bo ku, çand û dîroka bajarên Bakûrê Kurdistanê bi zarokên Kurdan bide naskirin ev pîrtûk nivisandiye. Beriya niha jî, bi navê Zarokên Heskifê û Stêrkên Behiştê 2 pirtûkê Ozkanê hatine weşandin. Lê ev pirtûk bi taybetî ji bo zarokan nivisandiye. Nivîskar Ozkanê …
-
13 Hezîran
Jînbexta Min – Mihemed Hesko
Bixêr û xweşî hatî keça jîr û jêhatî weke royê hilatî Hilat, revî reştarî hat, li min evînbarî dil û can re hawarî Roya jînbexta minî hêva ser textê minî kevoka drexta minî Tu hatî cîhan hejî raperîn hiş û mejî şengebîya por kejî Bedewa bejin zirav rûdêma geşa bi tav por berdayî wek sûlav Serçav re hatî jîrê xweşkokê …
-
13 Hezîran
e-Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî Derket
Ji refên Weşanên Zanîngehê wek e-pirtûk Ferhengoka Ziman û Wejeyê bi Kurdî-Tîrkî derket. Nivîskarê ferhengê ferhengnasê navdar Zîwer Îlhan e. Îlhan beriya niha jî di mijarên cuda de ferheng amade kiribûn û di nav hin komîsyonên ferhengan de cih girtibû. Nivîskarê ku li Zanîngeha Mêrdînê Mastira xwe li ser zimanê Kurdî kir xebatên xwe bi rêyeke akademîk û bi çavkanî …