Ev kilam û serpêhatî li Herêma Serheddi rudaye.Bidehan dengbêjên hemu Herêmên Kurdistanê vê kilamê gotine.Di Radyoyên beşên Kurdî de ji Kavkasan heya Rojhilat kilama Genc Xelîl heya îro germaya xwe wunda nekirîye.Ji bona ku ez bikaribim gotinên kilamê û şiroveya wê bikim, min kilamê ji gotinê Şakirê Dengbêj girtîyê. Wek kilama Bavê Fexirya, û ya Hekîmo min xwest hest û …
Monthly Archives: Sermawêz 2019
Sermawêz, 2019
-
25 Sermawêz
Şevînê / Mihemed Hesko
Dil bi kulê Şevînê Kaniya hêvî, evînê Perîyê xemrevînê Rêça hêviyê dijwar e Hêvî bi te hêvîn e Şahî bi te şahîn e Xwezî bê te sêwîn e Jiyan, bê te xemwar e Kevoka bask şikestî Xunava dil û hestî Çavwara jîna mestî Dil bi qîr û hawar e Gulçîçekê Nisrînê Bejin bilind,şîrînê Hêviyan re mizgînê Evîndar her bendewar e …
-
24 Sermawêz
Min Dît Dîlberek | Bawer Yekta
Min dît dîlberek di govend û semayekî Ji çav dibarîn ken û eşq, lê hima di govendekî Ez gelek lê baldarbûm,çav bi çav li benda ronîyek bûm Ewa min dî, wek kulîlkekî!.. nikarim bêjim bi gotin kêmekî Nayê gotin bi pesnekî têr nabim ji hem civînekî Ewa dibêjim bû bo min, wek evînekî, nagehêm,ber bejnû balayekî Ew dîlber xweş awazekî, …
-
21 Sermawêz
e-Kovara Kurdînameyê ya Akademîk û Bi Hakem Derket!
e-Kovara Kurdînameyê ya akademîk û bi hekem bi hejmara xwe ya yekem dest bi weşanê kir. Kovar salê du caran li bihar û payizê wê bê weşandin, bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî wê xebatên xwe bidomîne. Kovar ji ser dergîparkê tê belavkirin: https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname/issue/50233 Dem dema dijîtalîzebûnê ye. Her çiqas bo kurdan dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê nînbê …
-
15 Sermawêz
Welato! Ez ê gelek tiştan bo te binivîsim
Welato! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bibêje; bi akinciyên xwe.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên te de diçîne? Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna te bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk. Welato! Her roj min ji çayxaneya ku di orta bajarê …
-
12 Sermawêz
Derbarê Post–Modernîzmê De Çend Gotin
Min bîst û pênc sal berê bi navê “Helwest – Kovara Kulturî û Lîteraturî” kovareke çandî edebî/wêjeyî li Stockholmê/Swêdê weşandibû. Di kovarê de min nivîseke rexneyî di derbarê ekola post/modernîzmê de weşandibû. Paşê min nivîsek din weşand lêbelê sala weşandina wê nayê bîra min. Sernavê nivîsê “Di edebiyatê de post/modernîzm” bû. Min di wir de bi berferehî post/modernîzmê nirxandibû. Niha …
-
10 Sermawêz
Ji Mehmet Oncu Pênç Pirtûkên Folklorê Yên Nû
Îsal pênç pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu li ser folklora Kurdan hatin amadekirin û bi hevre hatin weşandin. Pirtûkên wî ên ku ji berhevkariya li qadê pêkhatînê ev in: 1. Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê 2. Guldesteyek Pêkenokên Gelêrî: Berhem ji 21 çîrokên gelêrî pêk tê. Hemû çîrok ji nava civakê hatine berhevkirin. Herhem nimûnekeye ji gencîneya zargotina kurdî. 3. Serhatî …
-
1 Sermawêz
Beriya Mêrdînê û Dengbêjî
Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman! Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê ji nav gawir tê.. Tevî qedexebûna Zimanê Kurdî ji rex desthilatê ve, tevî asteng û problemên ku di nav civata xelkên …