Daily Archives: 14/10/2019

Cotmeh, 2019

  • 14 Cotmeh

    Di Romana Kurdî de Şêweyekî Nû

    Di malpera  ”Hawar – dengûbas” de dibêje ” “Kodnav Vîyan” bo romana Kurdî derîyek nû vedike.” Weke xwendevanekî ez jî di vê qeneetê de me ku ev roman ji bo romana kurdî deriyekî nû ye, şêweyeke nû ya metod, teknîk û hunera romana kurdî ye. Li gorê agahdariyên nivîskarê romanê; Ev roman berdewama romana bi navê ”Robîn” e. Nivîskar weke …

  • 14 Cotmeh

    Pirtûka Şems Qemer: Mêzîn

    Mêzîn navê kurteromana nivîskarê kurd Şems Qemer e. Mêzîn 89 rûpel e û di nav weşanên “Na“ de, li bajarê Îzmîrê derketiye. Edîtoriya wê H. Kovan Baqî, redaktorîyê Receb Dildar, mîzanpajê “Na“ û berga wê Berfo Barî çêkiriye. Mêzîn, dema mirov peyva mêzînê dibîne wezin, weznandin û mêzîna xêr û gunan û mêzîna dadî/adlayî dikeve bîra mirov. Û dema mirov …

  • 14 Cotmeh

    Rojnameya Dîplomat!

    Ji çend salan ve ez rojnameya Dîplomat dişopînim û di van çend salên dawî de, hin caran berhemên min têde hatine weşandin.  Dîplomat; rojnameyeke hefename civakê û siyasî ye. Weşana xwe bi sê-çar zimanan dike; kurdî, Azerî, Tirkî û Rûsî. Cihê weşana wê li Azerbêcan, bajarê Bako ye, xwedî û berpirsyarê wê mamoste Tahir Silêman e. Hejmara pêşî (1) di …

  • 14 Cotmeh

    Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!?

    Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî di tirsî ya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdehej, volqan, lehî, bilêc, birûskan û dijwarîya zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin,hîşt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jêre pêşkêş bikin, daku lê werin dilovaniyê û diltenek …

  • 14 Cotmeh

    Şadiyê Dirêsim

    ez lehengê destaneke hemdem yê bargiran im di dilê gelê xwe de karwanê rêya azadiya welatê xwe me li firtûneyên jankêş rêwitiyê dikim û bi gavên lez û bez ber bi rêya aramiyê ve dimeşim dostên sadiq hevrêyên min in kirasê taristanên mijgirtî bi tîrêjên hêviyê vediçirînim ji pêsîrên strana Derwêşê Evdî meya sebirê dinoşim û di sergêjiya bîranînan de …

  • 14 Cotmeh

    Konê Reş û Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Berê)

    Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk ê …

  • 14 Cotmeh

    Dengek Efsunî Ji Zaroktîya Min: Yekbûn

    Cara pêşî di kîjan qenalê de leqayî dengê wê hatim nizanim. Lê wexta min sewta dengê seh kir di cihê xwe sekînî mam û li pey dengê wê derbasî nav xeyalan bûm. Cara pêşî bi covera strana “Were Were” min dengê cenabê wê bihîstibû. Çi dengek zelal, zîz, meqamxweş û dengxweş bû. Piştre min guh da hemû albumên hunermenda delal. …