li tenêtiya şevistanên sar hestên xwe dispêrim paşila helbestê li bêçaretiya qederê rojên nazdar û kubar xwe ji min veşartin xurbetê kirasê şînê li bedena şadiyên min rapêça ken û girînê ji hêlîna dil fîrar kirin derdê dinyaya derewîn li ser serê min bû barekî giran li bêçaretiya qederê di giyana xwe yê şermok de têm guvaştin li nav axîn …