Di 28ê Cotmeha 1957an de li Meletiyê hatiye dinê. Bavê wî kurdekî ji Semsûrê ye û diya wî jî tirkeke ji Erziromê ye. Malbata wî, ji bo xebatê ji Semsûrê koçî Meletiyê kiriye. Ehmed Qeya di malbata xwe de zarokê pêncemîn e. 1. Bavî wî di Bankeya Sûmerê de karker bûye. Hîn 6 salî ye bavê wî jê re sazekê …
Monthly Archives: Cotmeh 2019
Cotmeh, 2019
-
27 Cotmeh
7’Min Filmefestîvala Duhokê; çûn, dîtin û ger
(7. Duhok Internatiyonal Film Festival) -1- Filmefestîvala Duhokê ya Navdewletî ji me Kurdan re, gavek nû ye ber bi şaristaniya moderin ve. Ji sînemakar, derhêner, nivîskar û hunermendên Kurd û biyanî re derfeteke baş e ji bo pêşketinê. Nexasim ku li Kurdistanê, bajarê Duhokê hev dibînin, hev nas dikin û di nav re serwextî proje û pilanên çêkirina fîlmên hev …
-
26 Cotmeh
Ma çend nivîskarên Kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?
Wek ku diyar e nemroya 40’î di kultura gelek miletên cîhanî û miletê Kurd de nemroyeke pîroz e. Vêca dema ku mirovekî (40) sal ji temenê xwe diyarî ziman û wêjeya gelê xwe kiribe, cihê pîrozî û spasiyê ye. Nexasim ku ew mirov Kurd be, zimanê wî qedexe be û wî, bi wî zimanê qedexe (40) pirtûk û (40) hejmar …
-
19 Cotmeh
Bi Konê Reş re gerek li Beriya Mêrdînê
Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reş romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye. Dema mirov çav li navnîşana vê pirtûkê dikeve, pêşbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê Reş hatibe nivîsandin, çinku vî ciwamêrî temenê xwe terxan kiriye …
-
16 Cotmeh
Welato!
Welato! Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike! Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..! Li min bibore Welato! Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin.. Dil, di nav xaka Binxetê û Beriya Mêrdînê de perçe-perçe …
-
15 Cotmeh
Kengî! / Mihemd Hesko
Kengî me… bi toza axa welêt çavên siyaseta xwe kil kir Kengî me… bi hêrs û şewata dilê dayîkên pakrewanan agirê şoreşa xwe hil kir Kengî me… axa welêt bi rondikên dilsoziyê şil kir Kengî me… barê dozê li ser şan û mil kir Wê demê… lawên Kurdistanê ne ku me xebatek ji dil kir. Mihemd Hesko(birasoz)
-
15 Cotmeh
Pirtûka “Tarîxa Eyûbiyên Hesenkêfê”
HESENKÎF, GIHAŞTE BÎR Û HAFIZEYA XWE! Kitêba Tarîxa Hesenkêfê ya bi navê Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir ji weşanxaneya Nûbiharê weşiya. Naveroka kitêbê, nêzîkî du qernan tarîxa bajarê Hesenkêfêyê ku di nêz de dê di bin Bendava Ilısuyê de binav bibe di xwe de dihewine. Ev kitêba ku ta niha bes destxetek wê di Kitêbxaneya Qiraliyetê ya Viyanayê de heyî, bi edîsyon-krîtîkkirina …
-
15 Cotmeh
Mîtra, Mîtolojîya Aryanî / Maruf Yilmaz
Navê Mîtra bi latînî, yûnanî ”Miopac” e (Boyce, Meryern, Grenet, Frantz 1975). Peyva Mitra´yê di pirtûka Xenophonî de jî derbas dibe. Xenophon pirtûka xwe 400 sal BZ nivîsîye û têde qala Mitra´yê dike. Peyva Mîth´ê di Avesta zerdeştî de jî heye. Berî Zardeştî di Rigwedayê de jî derbas dibe û li wir Mîthra´yê “îlahî” bi xwe ye. Bi zimanê Sanskrîtî, …
-
15 Cotmeh
Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin? – Maruf Yilmaz
Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî (indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî re ye û li her cîhî jê zêdetir rola xwe dileyîze. Lê di vî warî de Aristoteles civakê wekî organîzmekê dibîne, li wir ferd (îndîvîd) bi tevahîyê re girêdayî ye. Elementa bingehîn a sîstema zimanî peyv, bêje û ferheng e. Tîp (herf) perçeyên herî piçûk, atomên …
-
14 Cotmeh
Di Romana Kurdî de Şêweyekî Nû
Di malpera ”Hawar – dengûbas” de dibêje ” “Kodnav Vîyan” bo romana Kurdî derîyek nû vedike.” Weke xwendevanekî ez jî di vê qeneetê de me ku ev roman ji bo romana kurdî deriyekî nû ye, şêweyeke nû ya metod, teknîk û hunera romana kurdî ye. Li gorê agahdariyên nivîskarê romanê; Ev roman berdewama romana bi navê ”Robîn” e. Nivîskar weke …