Zar bûm hatim dinê Şîr da min dayê Kor bûm Sivik bûm Barê diya xwe bûm Piştre çav vebûn Mezin dibûm Çi qas mezin dibûm Barê min giran dibû Jiyan barê giran bû Niha di bin barê xwe de me Êdî her tiştî dibînim Hêdî hêdî hîn dibim Hêdî hêdî dîn dibim Û hêdî hêdî dimirim…