Egîtîm Sena Amedê ku her sal Pêşbaziya Şerzan Kurt a Çîrokan dide dest pê kirin, ji bo ya 9’emîn derî vekir. Yên bixwazin heta 15’yê rezbera 2019’an divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê. Pêşbaziya çîrokan bi kurdî û tirkî ye. Di nav endamên juriyê yên beşa kurdî de Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Gulgeş Deryaspî, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, …
Monthly Archives: Hezîran 2019
Hezîran, 2019
-
6 Hezîran
Bêhna Dara Sincê Ya Dilawer Zeraq
1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin nabînin. Hûn çiyayên di çokên min da bilind dibin nabînin. …
-
3 Hezîran
DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM
Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û romantîzm piştê salên 1800ê li Ewropayê wek herikandinên -ekolên- edebî …
-
3 Hezîran
Gelê canik û camêran ma qe pozê we naşewite?
Di malpera wikipedia.org de ji boy hemû zimanan gotar tên weşandin. Wîkîpediyakurdî ji aliyê hejmara nivîs û gotaran de gellek li paş maye. Wîkîpediyaya îngîlîzî: 5,870,165 gotarên bi îngîlîzî hatine nivîsandin. Wîkîpediyaya romî : 328.793 gotarên bi romî hatine nivîsandin Wîkîpediyaya kurdî: 25.861 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin Divê em ji boy siberojê, wîkîpediyaya kurdî dewlementir bikin. Eger her Kurdek …
-
2 Hezîran
Meryem Cemîle
Hîn kes hene ku bi kiryar û serkeftinên xwe ve di nav cikavêke de weke tav diçûrusin. Taybet di nav civaka Îslamê de jinên pêşkeftî û mînak weke stêrkên şevereş de diteyisin. Meryem Cemîle jî di wî warî de baştirin mînak e, di nav civaka Îslamê de ye. Me xwest em vê jina birûmet bi we bidin naskirin. Bê gûman …
-
2 Hezîran
Rojnivîska Spinoza ya Şener Özmen
-1- Tu nizanî lê di wê nameyê da hemû xewn û xeyalên min, hemû êş û janên min, hemû zarokatî û welatê min hebû. Di wê nameyê da dilê min hebû. Dilekî birîndar û beredayî. Min dizanî em du ax û axînên cuda bûn lê min bi dilê xwe nedikanî. Dilê min dergûşa axa gundê min bû; dilê te kolana …