Monthly Archives: Gulan 2019

Gulan, 2019

  • 15 Gulan

    Careke Din Zimanê Amûdê û Kovara Hawarê!

    Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye …

  • 15 Gulan

    Kurdiya tîpên latînî ne bi Hawarê destpê kiriye

    Têmûrê Xelîl radigihîne ku weke tê zanîn kurdiya tîpên latînî ne bi govara Hawarê destpê kiriye û beriya hêj Hawar derneketî sala 1928’an ji aliyê nîvîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê ve li Ermenîstanê tîpên latînî hatine bikar anîn û ev ji aliyê Ermenîstan û her wiha Yekitiya Sovyetan ve jî hatiye tesdîqkirin. Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta …

  • 15 Gulan

    Zimanê Kovara HAWARê Zimanê Axaftina Xelkên Amûdê bû

    Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamişlo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eşîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna …

  • 15 Gulan

    Çîroka Nivîsandina Min Bi Zimanê Kurdî

    Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, bê zanîbûn nabe.. Wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe de ye, anku feqîr û lawaz e. Serwextî û zanîbûna me, ji zimanên din, wek Erebî, Farisî û Tirkî, kom bûye.. Sebaretî min, min di bin bandor û şêraniya zimanê dayika …

  • 15 Gulan

    Belavkirina “Hawarê” çawa dihat kirin?

    Dema mirov bixwaze kovarek derbixe gelek xal hene ku divê mirov li serê bifikire û hêj dest bi weşana kovarê bike. Gelek tişt hene ku zahmete ku tenê yek mirovek bike. Ger ti kes tinebe, mirov dikare di nava demê de, ji bo xwe re gelek kesan perwerde bike da di rojên pêş de mirov hinek rihet bibe. Dema Mîr …

  • 15 Gulan

    Di 84 Saliya Kovara Hawarê de(“Niha Bûye 87” -15.05.2019)

    Celadet Elî Bedirxan û Hawar - Rûken SARILI

  • 14 Gulan

    Mîrê Bêgor..! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

    Werin.. Erê werin em vî lehengê kurd û Kurdistanî bibîr bînin.. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatê xwe re geş dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin.. Wî ji Stenbolê destpê kir.. Di nav …

  • 13 Gulan

    DI ROMANAN DE LEHENG Û KAREKTER

    Ez ê di vê gotara xwe de, derbarê bi gelemperî di romanan de leheng û karekter binivîsim. Mirov dikare bibêje ku di tevahiya romanan de û herweha di romanên kurdî de jî leheng û karekter hene. Di hinek romanan de qels bin û di hinekan de serketî bin jî, lê hene. Leheng, karekter û fîgurên di romanan de cîhana romanê …

  • 12 Gulan

    Bahol Ya Çiya Mazî

    -1- Nizanim ez ê hîn çend carên din “Di Morgê De” bimînim, hîn bi çend kesên din re Di Morgê De bimînim. Lawên min li ser serê min dimirin, keçikên min di bin lingên min da can didin. Axa welatê min bangî bedenê min dike. Xwezîyên min li ser zimanê min dibin bîzotek agir, dişewitim. Gelo, agirê dojehê çito bû? …

  • 11 Gulan

    Çima Em Roja Dayîkan Pîroz Dikin?

    Li gelek welatên cîhanê , her sal hefteya duyem roja yekşemê ya meha gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin ; di wê rojê de li ser girîngiya dayikan a di nav civak û jiyana mirovahiyê de tê sekinandin . Bi vî awayî di malbata mirovahiyê de cejneke hevpar a dayikan derketiye holê. Avakara ewil a vê kevneşopiyê/ tradîsyonê li gorî …