Pêncşem , 13 Tebax 2020

Arşîvên Mehane: Gulan 2019

Felsefe û Edebiyat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefeya xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî …

Bêhtir Bixwîne »

Dotmîra Botanê Axivî: Mîr bo Hawarê gelek asteng dîtin

“Mîr Celadet ji bo Hawarê gelek asteng dîtin” – Sînemxan Bedir-Xan Celadet Alî Bedir-Xanî 1932yê Hawar çap kiribû, ew roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Keça Celadet Alî Bedir-Xanî li ser vê roja taybet axivî. Celadet Alî Bedir-Xan 15ê Gulana 1932yê Hawar çap kiribû, ew roj wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Keça Celadet Alî Bedir-Xan li ser vê …

Bêhtir Bixwîne »

Belvakarê Kovara Hawarê Ahmed Kurdî

“Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min” – Ahmed Kurdî “Mîr gote min, got ‘Ez ê Hawarê ji te re bişînim û li wan deran bela bik. Pisqilêt jî ji min re şand. Ez pê li gundan digeriyam. Min dida pişta xwe, ez diçûm serxetê. Min li hesin dixist.” -Ahmed Kurdî Ji ber ku di 15ê Gulana 1932yê …

Bêhtir Bixwîne »

Çîroka ji-nû-ve weşandina Hawarê ya Firat Cewerî

“Ez dibêjim heke min li vê dinyayê tiştekî baş kiribe ev e, jinûveweşandina HAWARê ye.” – Firat Cewerî 15ê Gulanê, roja çapkirina kovara Hawarê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedir-Xan sala 1932yê Hawar çap kiribû, Firat Cewerî jî di 1998 de ew ji nû ve weşandibû. Cewerî çîroka xwe ya rêya li pey çapkirina Hawarê ji me …

Bêhtir Bixwîne »

Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê

Celadet Alî Bedirxan di hejmara yekem a Kovara Hawarê de li ser armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê de nivîsandiye. Beriya niha bi 87(2019) salan, 15ê Gulanê sala 1932yê Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara yekem a Kovara Hawarê weşandiye. Kovara Hawarê di kovargeriya Kurdî de xwedîcihekî girîng e. 57 hejmar hatiye weşandin ku ev hejmar dawî 15ê Tebaxa sala 1943yê …

Bêhtir Bixwîne »

Rojname, Kovar û Rojnamegeriya Kurdî

Di jiyana civakî de rojname roleke berbiçav digire ser xwe. Bi saya rojnameyan civak ji bo hişmendî û feraseteke hevbeş tê perwerdekirin. Em bi rojnameyê di derheq gellek bûyer û qewimînan de dibin xwedî agahî. Ev agahdarî dike ku em bibine aliyekî ya van bûyeran. Em dibin xwedî helwest û seknekê. Li Ewropayê bi keşifkirina metbaayê qonaxa ronesansê hat destpêkirin. …

Bêhtir Bixwîne »

Hawar dengê zanînê ye

Mîr Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn yên Kovara Hawar da wiha got: Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me rêya felat xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin. lewma ku ziman şertê heyina pêşîne. Kovara …

Bêhtir Bixwîne »

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî diyar dibin

15’ê Gulanê wekî Cejra Zimanê Kurdî ji aliyê kurdan ve tê pîroz kirin. Îsal jî di vê çarçoveyê de hin çalakî li dar dikevin. Li Stenbol û Wanê çalakî hene STENBOL Çalakiya Komeleya Lêkolînên Kurdî Komeleya Lêkolînên Kurdî di êvara Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyek li dar dixe. Di şevê de ligel pêşkêşkirina beşên hunerê, dê bawername jî bide xwendekarên …

Bêhtir Bixwîne »

Roja Zimanê Kurdî

Dîroka weşandina yekemîn jimara kovara Hawarê ( 15 Gulan 1932 ) wek “ Cejna Zimanê Kurdî ” ji 2006’ an vir de tê pîrozkirin. Berîya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê belê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên Latînî nehatîye nivîsandin. Ji ber ku di zimanê Kurdî de weşana yekemîn ya Hawarê …

Bêhtir Bixwîne »