Daily Archives: 05/04/2019

Nîsan, 2019

  • 5 Nîsan

    Remezan: Meha Mesref û Îsrafê

    Du tişt hene tu carî nayên bîra mirovî û wê tu carî jî neyên bîra wî. Ya pêşî jidayîkbûn e û ya duduyan jî dê mirin be. Di navbera van du xalan de jî emrê me yê beredayî dimîne. Ne destpêk eşkere ye û ne jî dawîya vî emrî. Lewma mirovên têne ser rûyê dinê di hundirê xwe de tevlî …

  • 5 Nîsan

    3 Pirs 3 Bersiv – Şêx Zelala ji Fînê (Jin û Ziman)

    Di serî de spasiya xwe pêşkêşî we dikim ku we bi van pirsan fersenda axaftinê da me. Ji ber ku di civaka ku em tê de ne zû bi zû firseta axaftinê nade jinan. Em gelek caran li ber çavên xwe jî dibînin ku li ser navê jinan bêhtir mêr diaxivin û li gorî xwe û rastiyên xwe jiyana jinan …

  • 5 Nîsan

    Hokara Rh (Sistema Rh)

    Komeleyên xwînê ji ber hebûn an jî tunebûna dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor peyda dibe. Li gor sîstema ABO yê, dijepeydakerên A û B komeleya xwîna mirov diyar dike. Li gel sîstema ABO yê hokara Rh (sîstema Rh) jî di polenkirina xwînê de tê bikaranîn. Ango komeleya xwîna mirov ji aliyê dijepeydakerên A, B, û Rh ê ve tê …