Dewsa şîrê dayika min xwîn diniqutê ji dev û poza min. Xwîneke jahr û zengarî, xwîneke tirş û tahl, xwîneke şor û tahmsar. Di gera min ê cenabê Xwedê da, di navberê me de tenê fikrên xelet û hizrên çewt hebûn. Bi fikrên xelet min “dara kufrê” av dida, bi hizrên çewt min “avahîyên şirîkatiyê” ava dikir, paşê tobe dikir …
Monthly Archives: Adar 2019
Adar, 2019
-
8 Adar
Tenya
Tim li ber derîyê jiyana min da îlon meha hiznê ye, pelên daran sitrana payîzê distrên û diweşînin: “Îro dilê min bi ax û keser e Rûyê min bi tirş û tahl e.” Baran bi destên xwe yî biçûk û nazenîn ve hemû deng û peyvên min digire û bi lêvên xwe yên zirav radimûse. Dilê min ji kilamên …
-
8 Adar
Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!
Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baş problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî şîret li me dikir û digot; kurên …
-
8 Adar
Roja zimanê zikmakî û zimanê kurdî
Dewlemendiya her zimanekî bi kevnariya çanda civakê ve girêdayî ye. Lê divê bêjim ku ew civakên ku bêdewlet bûne nekarîne biqasî ku pêwîst be baxçê zimanê xwe rengîntir û dewlemendtir bikin. Gelek ji wan civakan têk çûn û îro em tenê di muzeyan da dikarin şûnewarên hinek miletan peyda bikin ku çaxekî xwedî zimanekî xwe yê taybetî bûne, lê hinek …
-
5 Adar
Razên Nivîsa Afirîner
Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye. Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan tê. Hin nivîskar rêgezên gelemper yên nivîsînê pêşkêş dikin, hin …
-
5 Adar
Kovara Muzîka Kurdî: ‘Ziryab’a 2’yan Derket
Kovara muzîkê Ziryab bi hejmara xwe ya 2’yan li pêşberî xwendevanan e. Di hejmara rêbendan-reşemî-adar-avrêlê de ligel stranbêj Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir, Hamûdêyê Efrînî, û bi lêkolîner Zeyneb Yaş re hevpeyvîn kirine. Haco di hevpeyvînê de dibêje, “Xwezî ez li welatê bav û kalan bûma û ev stranên min tunebûna.” Haco ji …
-
5 Adar
Romana Sadiq Ûskanî, “Şampaz” Derket
Romana Sadiq Ûskanî, “Şampaz” ji nav Weşanên Wardozê derket. Mesele, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Şampazekî kurd, xelkê dişêlîne, rût û tazî dike. Kalek jî dikeve ber xezeba wî. Lê kalo, dev jê bernade û dide dû wî sextekarî… Roman, hem ji hêla zimanê xwe ve hem jî ji hêla mijara xwe ve, di edebîyata kurdî ya modern da çirûskeka nû. …
-
3 Adar
Arjîn
Tu dizanî çima ji te ra dibêjim eşq? Ez wek zarokekî bêkes û bexweyî li kolaneke tarî û zaboq de mabûm û digirîyam. Paşê tu hatî, te destê min girt tenêtî û tarîtîya min belav kir û tu bûyî ronahîya paşeroja min. Tu gaziya dilê min, hawara gîyanê min î. Ronahîya çavên min, wateya jîyana min î. Kena li ser …
-
2 Adar
Ji Bo Zarokan Feydeyên Vexwarina Şîr
Şîr ji zayînê û pê ve ji bo bihêzbûna hestîyan û movikan gelekî girîng e. Ew zarokên ku awayekî birêkûpêk şîr vedxwin yan jî şîremeniyan vedxwin/dixwin ji aliyê gihaştina fizîkî ve ji mirovên din bijûntir in. Ji bo tenduristiya mirovan awayekî baş û birêkûpêk bibe vexwarina şîr, xwarina penîr, xwarina mast û wd şîremeniyan gelekî girîng e. Şîr hem ji …
-
1 Adar
Yan Ziman Yan Goristan
Çi civateke li jiyanê ku ne xwediyê ziman, çand, tore, dirok û warekî be, ew civat goristaneke bê kêlik e. Lê belê eger ew civat xwediyê ziman, çand, tore û dirokekê be, lê wan bi kar nayne û warê xwe jî naparêze, ew civat goristaneke bi kêlik e. Lê eger ew civat çanda xwe binase, li gor toreya bav û …