Wisa xuya ye têkiliya Kurmancî û nivîsê têkiliyeke gelek bi arîşe ye; di pêvajoya modernîzasyonê de, di dewsa ev pêvajo, arîşeyên wê werin gengêşîn, pêvajo dibe sedem tabloyên anormal û îronî biqewimin. Divê em li xwe mukir werin ew ‚zimanê şîrîn û xweş‛ zimanê folklorê bû, zimanê çanda devkî bû. Heman ziman di çanda nivîskî de bihemdê xwe şax navêje …