Dewsa şîrê dayika min xwîn diniqutê ji dev û poza min. Xwîneke jahr û zengarî, xwîneke tirş û tahl, xwîneke şor û tahmsar. Di gera min ê cenabê Xwedê da, di navberê me de tenê fikrên xelet û hizrên çewt hebûn. Bi fikrên xelet min “dara kufrê” av dida, bi hizrên çewt min “avahîyên şirîkatiyê” ava dikir, paşê tobe dikir …