Monthly Archives: Adar 2019

Adar, 2019

  • 31 Adar

    Qazî Mihemed (1900- 31ê Adara1947): Serokê Komara Kurdistanê

    Rewşa sîyasî ya ber bi damezrandina Komara Kurdistanê ve Îro, li ser sêdaredana Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî û herweha rûxandin û dagirkirina Komara Kurdistanê 70ê sal darbas bûn. Piştî 70ê salan, milletê kurd di parçeyeke din ê Kurdistanê de, di ronahîya rêya neteweyî ya serokerkanê Komara Kurdistanê de ber bi mizgînîyeke nû ya Komara Kurdistanê ve dimeşe. Hêvî …

  • 31 Adar

    Çend Dilopên Reş Çilkiyan

    ”Lê li dinyayê ji kurdan mêrxastir peyda nabin. Dayikên kurd zarê xwe li çiyan û banî, di newal û deştan da tînin. Çawan ku tev bi xûn tên dinyayê, dema diçin jî li serî ligel xûna xwe dialin; sor tên sor diçin. Çavên kurdan da jiyîn û mirin yek e. Mêrên kurd ne bi jiyînê şa, ne bi mirinê xemgîn …

  • 31 Adar

    Şîreta Qazî Mihemmed

    “…şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e. piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser …

  • 30 Adar

    AVAKIRINA KURMANCÎ

    Wisa xuya ye têkiliya Kurmancî û nivîsê têkiliyeke gelek bi arîşe ye; di pêvajoya modernîzasyonê de, di dewsa ev pêvajo, arîşeyên wê werin gengêşîn, pêvajo dibe sedem tabloyên anormal û îronî biqewimin. Divê em li xwe mukir werin ew ‚zimanê şîrîn û xweş‛ zimanê folklorê bû, zimanê çanda devkî bû. Heman ziman di çanda nivîskî de bihemdê xwe şax navêje …

  • 29 Adar

    Ez Û Bilbilê Çiyayê Botan (Mihemed Arif Cizîrî)

    Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji …

  • 29 Adar

    Terapiya Manuel Çi ye?

    ⏩ Terapiya Manuel yanî terapiya bidest tê kirin. Armanca vê rêbazê serastkirina movika, xelaskirina êş û xerabebûna fonksiyonê ye. Ev tedawiya bidest va ser cîhê nexweş bizext tê kirin. Ev rêbaza ji bo êş û xerabebûna fonksiyonê 100 salî zêdetire tê bikaranîn. Saya vê tedawiyê blokaja movika vedibe û pişt ra jî bersîva refleks derdikeve. Ev refleks jî pakbuna raçînkê …

  • 28 Adar

    Tu Jiyan

    tu jîyan tu ji boy min wek bilbilekê bê gul wek gulek bê bîn wek dayikek bê zarok wek zarokekê bê dayik î wek darek bê şax wek çivîkek bê hêlîn wek berxekê bê mak wek şivanek bê bir î wek welatek bê al wek kanîyek bê av wek axakê bê adan tu jîyan tu ji boy min wek leylanek …

  • 27 Adar

    Hinek Pêşnîyarên Pedagojîk (Zaroknasî)

    Ji bo ku zarok di dibistanan da serkeftî bin û di nav civakê da bibin takekesên rêzdar û qenc divê malbat bi tu awayî li cem zarokan şer nekin, dijûnan hînî wan nekin, fîlmên tûndîyê bi wan nedin temaşekirin, bi dengê bilind yan jî bi awayê qîrkirinê ne bi hev ra biaxivin ne jî bi zarokan ra, di nav kom …

  • 26 Adar

    Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e

    Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ku ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek deryayek pênase kir Kovarek din li weşangeriya kurdî zêde bû. Navê vê kovarê “Folklora Me” ye. Kovar ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê …

  • 25 Adar

    Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin

    Helbesta navdar a Ehmedê Xanî, Mem û Zîn bi zimanê Almanî hat çapkirin. Serokê Enstîtuya Xwendina Kurdî ya li Berlînê Firyad Fazil Omer ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze ji cîhanê re bigihîne ku çawa Alman Schiller û Goethe yên wan hene, çawa ku Îngilîz Shakespeare yê wan heye, çawa ku Faris Fîrdewsî û Sedî  Hafizî yên wan hene, …