Çarşem , 23 Îlon. 2020

Arşîvên Mehane: Rêbendan 2019

Razên Nivîsa Afirîner

Vê carê dixwazim nivîseke di eniya edebiyata me de zêde li ser nehatiye sekan, pêşkêşî we bikim. Ev daxwaza ji dilê min der bûye, derheqê “nivîsîna afirîner” de ye. Dema mirov li hin kovar an jî malperên medyaya cîranê xwe/tirkan dinihêre, derheqê “nivîsîna afirîner” de rastî gellek nivîs û pêşniyazan tê. Hin nivîskar rêgezên gelemper yên nivîsînê pêşkêş dikin, hin …

Bêhtir Bixwîne »

Dîroka Kurdên Merwanî

” Di sala 434 (mîladî 1043)an de Sultan Tuxrul Beg, ji nav zilamên xwe di bin fermandariya du emîrên xwe de, artêşeka ji 10000 siwariyan pêkhatî şand aliyên Diyarbekir; wî welatî jî wek mîrektî da wan. Ev du emîrên ku ji mezinên Tirkan dihatin hesibandin û navê yekî Buxa, yê din jî Nasixlî bû, êrîşê welat kirin û talan kirin …

Bêhtir Bixwîne »

Serpêhatiya Dengbêj Kamilê Şebo û Qîzika Mistî

Kamilê Şebo, yek ji dengbêjên herêma Licê ye, wekî gelek dengbêjan wî jî di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe negirtiye û nav û dengê wî nehatiye bihîstin Dengbêjên berê pirrî wan gerokî û çerçîtiyê dikirin. Kamilê Şebo jî yek ji wan dengbêjên gerok û çerçî bûn. Berê diçûne binxetê caw û qumaş dianîn li herêma Licê, Hênê, Dara Hênê, …

Bêhtir Bixwîne »

GÊJEVANGEKÎ DERÛNÎ

“Azadî ne li derveyî mirov e, azadî di hundirê mirovî de ye” “Her mirovek ji gelek kesayetan pêk tê, mirovên xwerû tune ne” Ji destpêka romanê û heta dawiya romanê mijar di navbera serleheng Gêjevang û Pisîkiyatrîst Cheko Xyan dibore. Gêjevang yekî nexweş dixuye feqet wê hesta nexweşiya derûnî tam bi mirov hîskirin nade, ji hêla derûnî ve bi pirsgirêk …

Bêhtir Bixwîne »

Analîzek Li Ser Romana “Leqat”

Romana Receb Dildarî, Ji Weşanxaneya Darayê hatiye weşandin, 180 rûpel e û  ji 7 beşan pêk dihê. Di her beşek de bi vebêjeriya serlehengê wê beşê behsa qewimînên derdora kesek dike. Bi qasî hejmara van beşan jî metnên şayesandinê di berhemê de cih digirin. Belê her çiqas di her beşek de serlehengek hebe jî di van heft beşan de jî …

Bêhtir Bixwîne »

Ziman, siyaset û civak

Kirina siyasetê êdî bi besîtiya gotinên wilo dibe ku hîç jî li sergêjkeriya xwe û kompleksbûna avahiya xwe bixwe nayê. Em Kurd jî nexasim ewên ku navên wekî kurmanc û kirmanc li xwe dikin, ji siyasetê li pêştir meyildar bûn ku hin qaîdeyên civakî û exlaqî qebûl bikin û li ser giregirên erkên siyasî û civakî ferz bikin. Ez behsa …

Bêhtir Bixwîne »

Ka karevîn (elektrîk) ji ku tê?

Pêşî em bêjin karevîn (yan jî kahreba, kehreb, elektrîk) çiye? Karevîn cûrek enerjiyê ye ku bi lebata elektronan pêk tê. Hilberandin, ragihandin û hîserkirina wê gelek asan û karîger e. Jiber vê jî li her hêlên cîhanê bi berfirehî bikar tê anîn. Wek me got li cîhanê karevîn, enerjiya herî belavbûyî ye. Lê ka ji kû tê, çawa tê peyda …

Bêhtir Bixwîne »

Ji Pena Kurd: “Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dicle heta bi Elbe”

Birêz endama Navenda PENa Kurd di rojên 15.03- 17.03.2019an de Navenda PENa Kurd di bin sernavê “Xwendina Berhemên Wêjeyî ji Dicle heta bi Elbe” bi chalakiyekê li bajarê Dresden / Almaniya radibe. Di vê chalakiya wêjeyî de nivîskarên alman, yên sorbî û yên kurd di hevdîtinek û hevnaskirinekê de ji berhemên xwe dixwînin. Mebest ew e, ku nivîskarên kurd û …

Bêhtir Bixwîne »

DENGÊ HAWARA TE

dengê hawara te melûliya rondikên çavên ziwa ye keservedana temenekî bi jan e kaniya xeyalên bi coş e dengvedana şikeftên tenha ye têkoşîna li hember zexelên demê ye dengê hawara te guregura reşewrên barana azadiyê ye hêrsa pêlên okyanûsa ye kefenê mirineke zûhatî ye sebira xwedawendên bêdeng e dengê hawara te nalenala sînorên welatekî bindest e reşgirêdana gund û bajarên …

Bêhtir Bixwîne »

Dîroka Dîtina Xirabreşkê

Di 1986an de pê hesiyan ku di bin erdê wan de bermayiyên dîrokî hene Xirabreşk ango Göbeklîtepeya Rihayê îro di lîsteya mîratên çandî ya UNESCO’yê de ye. Lê çîroka kifşkirina perestgeha herî kevn a dinyayê bi saya gundiyekî cotkar dest pê kiriye. Perestgeha herî kevn a dinyayê Xirabreşk bi awayekî zanistî cara ewil di sala 1993an de hate kifşkirin. A …

Bêhtir Bixwîne »