Yearly Archives: 2018

Hezîran, 2018

  • 2 Hezîran

    Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Di 40 Saliya Koçkirina Wî

    Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin.. Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana …

  • 1 Hezîran

    Sê Şert

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Pîrekek û kurê wê hebûn. Gelekî xîzan bûn. Rojekê kurik ji bo ku masiya ji xwe re bigrê derdikevê ber deryayê. Şewka xwe tavêje avê. Kêlikêk duvre kosiyek dikeve şewka wî. Kosî diavêje avê. Carek dî şewka xwe tavêjê deryayê. Dîsa kosiyek dikevê şewka wî. Kurik ji …

Sermawêz, 2018

  • 30 Sermawêz

    Di Çîrokên Baran û Şarman de wek Derfeteke Vegêranê; Mîzah

    Hê jî nehatiye piştrastkirin ka piştî mirinê jiyaneke dîtir heye an na. Lê mirin mîna rastiyeke hişk û birind li benda me ye. Û çawa ku Henri Bergson jî gotiye yekane bûnewerê hay ji vê aqubetê (mirin) heye însan e. Heke em qirdikên (meymûn) beyî sedem dikenin nehesibînin yekane bûnewerê dikene dîsa însan e. Tevî ku yekane bûnewerê hay ji …

  • 29 Sermawêz

    Virr û Derew

    Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker. Ehmedé Xanî   Virr û Derew Ji rastgotin û dirustahiyê qenctir û baştir sifet tuneye. Weharenge ji derew û virran pîstir, qirêjtir sifet jî tuneye. Bo vê yekê, mimkine ku mirovê bawermend ê bawerî bi heyîna Xweda anî û bawerî …

  • 29 Sermawêz

    Di wêjeya kurdan de rola zarokan

    Merheba ji we re gelî xwîneran. Em ê îro behsa zarokan bikin. Kurd hem di jînê hem jî di mirinê de rol û cihekî taybet didin zarokan. Gotinên wekî “mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê” yan jî “dema zarên piçûk dimrin dibin kew (kevok) diçin cinet ê”. Tiştêkî wiha jî heye ku dijî van kirin û gotinan,ew …

  • 28 Sermawêz

    Şengebîyê

    Va ye can bidesta min tê Spîbextê min digel hiltê Dil nema di sîng de hiltê Hawar ji destê evînê Va ye jankuja min hat Ronahî da zinar û lat Jê re dil û can kir xelat Dermanê jana birînê Min dil da dîlbera reşçav Li min sotand dil û hinav Borî li min nekir silav Xema nexe xemrevînê Reşçavan …

  • 27 Sermawêz

    Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd

    Diyar e pirtûkên ku li Swêdê -li Stockholmê – li kurdî hatine wergerandin ji alî xwendevan û hinek wergêrên kurd ve nayê zanîn. Dibe ku haya hinek wergêrên kurd ji wergera van pirtûkên ji edebiyata cîhanê tunebe, loma jî dema pirtûkek werdigerînin her wekî ku cara pêşîn wan ew pirtûk yan jî pirtûkên filan nivîskarê cîhanê wergerandiye kurdî. Li Swêdê …

  • 26 Sermawêz

    Yekemîn Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê

    Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Berfanbara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.

  • 26 Sermawêz

    Salvegera 110an a Rojnameya Serbestî*

    Destpêk Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Serbestî û xwedîyê wê Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Dewleta Osmanî û destpêka sedsala 20an e Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xweyîtî û midurmesûliya kurdekî hatîye çepkirin û weşandin. Weşana Serbestîyê dem deman hatibe …

  • 25 Sermawêz

    Fanzîna “DI PÊŞ” – Li bendê bin..

    “DI PÊŞ” fanzîneke bi kurdî ye. Fanzîn, ji peyvên fanatîk(hezker) û magazîn(Kovar) tê. Di malpera xwe de bo armanca xwe gotiye “Armanca fanzîna DI PÊŞ ji alîyê lêkolîn,çand û hunerê ve pêşengîye…” Mijarên fanzînê ziman, çand, huner, dîrok û lêkolînên zanistî ne. Lêkolînên zanîstî yên di cîhanê de jî tên wergerandin. ji ber ku koma DI PÊŞ hêj têr agahî …