Seîd Veroj di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî û unîversîte li bajarê Diyarbekirê xwend. Xebata wî ya li ser Kurdolojîyê, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên ziman û folklora kurdî dest pê kiriye. Di sala 1997an de, bi tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir. War, hetanî sala 2004an li ser hev …