Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û neviyê Mîr Bedirxan e. Li ser cî û sala ji dayikbûna Kamiran Bedirxan nêrînên cûda hene. Li gorî Aharon Cohen ew, “Sala 1894ê li bakûra Suriyê û 100 km dûrî Helebê li bajarê Jerablosê hatiye dinyayê.”[1] Joyce Blau jî dibêje: “Emîr Kamiran di 21ê Tebaxa 1895ê li Şamê ji dayik bûye”[2] Di sernivîsa çapa nû ya …