Min wer dizanîbû ku tiştên hatiye serê min nehatiye serê gurên li ser çîyan jî. Ode li min teng dibû, çek dîwar û pişta odê li ser min de bihêrifin tirs û xofek li min peyda bibû. Dema min xwe dihavit ber derî asîman jî di ser min de dihatin. Behna min diçikiya, gewriya min dihat guvişandin, mîna ku bifetisim. …