Civîna Zaravayê Kurmancîyê ya 63an di navbera rojên 15 meha çileya pêşin heta 22 çileya pêşin de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê tê li darxistin Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mustafa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Selam Numan (Qamişlo), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Newzad Hirorî (Dihok), Ergîn Opengîn (Şemzînan), …
Monthly Archives: Hezîran 2018
Hezîran, 2018
-
30 Hezîran
Romana Jiyan û Têkoşîna Osman Sebrî
Ez ji xwendina romanên biyografîk hez dikim. Bi saya romanên biyografîk de mirov jiyan, têkoşîn û şexsîyeta/kesayetiya wî şexsê ku romana wî a biyografîk de tê rave kirin baş nas dike. Hinek şexsîyetên ku bûne malê dîrokê, hinek navdar ku ketine nav rûpelên dîroka neteweyan di pirtûkên dîrokê de ne ewqas baş têne nasîn. Lêbelê ew di romanên biyografîk de …
-
29 Hezîran
Mamosta Şahab Valî Reyde Yaresanan Ser o Roportaj
Ugur Sermîyan: –Yarsanî kam ê? Ma înan nameyanê “Ehlê Heq”, “Elîyullahî”, “Yarsan”, “Kakeyî” û “Goran”î ra bi kamcîn a name bikerîme? Şahab Valî: -Kurdê ke sey yarsanî yenê naskerdene (Ez vana “kurdî”, çike ewro yarsanê ke kurd nîyê kî estê, yanî kesê ke dima îmanê xo bi nê dînî ardo, înan rê mîyanê yarsanan de “çesbîde” yeno vatene. Ê yê ke maye …
-
28 Hezîran
Bê Dengî Bi Dengê Bêdengî Hate Birîn
Niviskarekî diasporayê HESENÊ METÊ Gelek nivîskarên Kurd ên dervê welat dûrbûna ji axa xwe bi nivîsên xwe tînin zimên ji wan yek jî Hesenê Metê ye. Bi gelek berheman nivîskar derdikeve pêşberî xwîneran piyes, çîrok, roman û werger. …
-
27 Hezîran
Teqîneke Mezin Di Wêjeya Kurdî De!
“NEHEQÎYA KU Lİ NAVÊ ARJEN ARÎ HAT KİRİN” Li gor agahiyên şahidên teqînê, lijneyeke qedirbilind di dilê xwîneran de miriye û pirr xwîner û hezkiriyê wêjeya kurdî jî ji dil ve birîndar bûne! Agahiyên nû tên… Di nava agahiyên tên de “lêborînxwestinek” hê jî nehate dîtin. Pêşbirka ku li ser navê Arjen Arî tê li darxistin ji bo …
-
26 Hezîran
Sînema Kurdî, berxwedana nermîn…
Huner neynika civakan e, sînema jî yek ji hunerên nûjen e, ku dîrok, şaristanî û taybetmendiyên gelan tomar û belge dike, ji nifşekî bo yekî din vediguhêze. Ji dayik bûna sînamayê vedigere dawiya sedsala 19an, dema ku herdû bira (Ocêst û Lwîs) Lomyêr makîneyek şanîdana wêneyên livgir dahênan kirin, bi rêya wê, di 3ê Sibata 1895an de, herdu fîlmên xwe …
-
25 Hezîran
Êl, Feodalîzm û Leqat
“Dîroka gelekî, bîra welatekî ye, bîra welatekî dîroka gelekî ye” Dema ku mirov beşa ewilî welew destpêka romanê dixwîne mirov dibêje qey tu di nav tabloyên emprestyonîst de digere, welew mirov dibêje qey tu li tabloyeke Empresyonîst temaşe dikî, feqet paşê kitekitên emresyonîzmê kêm dibin û roman vediguhere romaneke dîrokî ya qlasîk…kitekitên hûrûkûr di hundirê tabloyeke emprestyonîst de şewateke gelekî …
-
23 Hezîran
Helbestên ku di pesnê Ala Kurdistanê de hatine nivîsandin
Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê bijartibin û danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Şêx Abdulselamê Barzanî, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî, Dr. Nuredin Zaza û… li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir û hevalên xwe ji bo wê sînorên bi xwîn derbas …
-
22 Hezîran
Seîd Veroj:Ger ronahî ne ji me be, çiraya xatirê rêya me ronî nake
Seîd Veroj di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî û unîversîte li bajarê Diyarbekirê xwend. Xebata wî ya li ser Kurdolojîyê, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên ziman û folklora kurdî dest pê kiriye. Di sala 1997an de, bi tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir. War, hetanî sala 2004an li ser hev …
-
21 Hezîran
Kamiran Bedirxan (1895-04/12/1978)
Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û neviyê Mîr Bedirxan e. Li ser cî û sala ji dayikbûna Kamiran Bedirxan nêrînên cûda hene. Li gorî Aharon Cohen ew, “Sala 1894ê li bakûra Suriyê û 100 km dûrî Helebê li bajarê Jerablosê hatiye dinyayê.”[1] Joyce Blau jî dibêje: “Emîr Kamiran di 21ê Tebaxa 1895ê li Şamê ji dayik bûye”[2] Di sernivîsa çapa nû ya …