-1- Wek gulekê bû di nav gulistana gulên welatê min de.. Wek karek xezala bû di biharek bi baran de.. Bi xeml û xêzek modern xemilandî bû; Du çavên reş î kilkirî, di bin du kevanên qelemkirî re dikeniyan.. Du kevokên dîl, di bin gumlikê wê de diraqisîn û dikirin ji sînga wê bifirin.. Wê jî hin caran bi tiliyên …