Cumartesi , Şubat 27 2021

Monthly Archives: Ekim 2018

Yarsan

Yarsan »Yarî / Ehlê heq / Kakeyî« yek ji kevintirîn olên kurdan e. Ev ol hêj berî îslamê hebûye û hinek wê wek oleka ji mîtraniyê çeqdayî dibînin, lê ew ji bo xweparastinê di nav misilmanan de bû wek rêbazeka sofîniyê yan terîqeteka derwîşiyê. Elî kurê ebû Talibî li ser dewrê îslamê bi xudêyê Yarsaniyan yê yekê têt nas kirin …

Read More »

Zimanek û Şanoyek* – Çetoyê Zêdo

Dema nîqaşek li ser şanoya Kurdî vedibe “çîrokeke kin” ji zargotina Kurmancî tê bîra min: “Zilamek hebû, dema nanê wî hebû, dewê wî tunebû. Dema dewê wî hebû nanê wî tunebû. Dema herdû hebû ew ne li mal bû.” Heman çîrokê bi destûra we dixwazim wiha biguherînim: “Zimanek hebû, dema sehneya wî hebû temaşevanên wî tunebû. Dema temaşevanên wî hebû …

Read More »

Gelo “Li Peravên Donê” berhema Şoloxov e?

Sala 1965an Xelata Nobelê ya Edebiyatê di rikeberiyeke tund di navbera çend nivîskarên mezin de wek Samuel Beckett, Pablo Neruda, Heinrich Böll, Anna Axmatova, André Malraux û Vladimir Nabokov de; gihîşte Mîxaîl Şoloxov. Di daxuyaniya komîteya Xelata Nobelê de hatiye nivîsandin ku Şoloxov tenê ji ber berhemeke xwe bi navê “Li Peravên Donê” yan “Donê Aram” vê xelatê werdigire û …

Read More »

Baba Tahirê Hemedanî (937-1010)

Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî naskirî bû û navê wî Tahir e. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baba ku hevwateya peyva pîr e ya ku bo rêberên olî dihat bi kar anîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li …

Read More »

Kamal Soleimani: Dîndar çi Misilman çi ne-Misilman, nikarin li derveyî paradîgmaya netewe-dewletê bifikirin

Dr. Kamal Soleimani ji zanîngeha Kolombiyayê mezûn bûye û mamoste ye li zanîngeha City University of New York Queens College. Qada xebatên Soleimani, Îslam, siyaset, dîroka Rojhilata Navîn bi taybet pirsa Kurd e. Di van waran de xwedî gelek lêkolîn e û di sala 2016an de jî kitêba wî ya bi navê Islam and Competing Nationalisms in the Middle East, 1876-1926 (Îslam û Neteweperweriyên Reqîb li …

Read More »

Nêrînek li ser romanên Firat Cewerî

Nivîskarê kurd Firat Cewerî, di salên 80yî de berê xwe da Ewropayê. Di salên sirgûn û xerîbiyê de tîhniya bo welat û axa xwe, bi nivîsîna kurdî şikand. Li welatê Swêdê, di nav xebat û hewldanên nivîsîna zimanê dayikê de mijûl bû; werger kirin, kovara ‘Nûdem’ derxist, çîrok nivîsîn û pê re jî 4 roman li kitêbxaneya kurdî zêde kirin. …

Read More »

Rapora xebata roja 3ê û 4 ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

  Di roja 3 yê ya kongireya PENa Navneteweyî de, Civata Giştî serok û endamên Desteya Birêveber û endamên Komîteya Lêkolînê hilbijartin. Ji bo serokatiya PENê, carek din Jeniffer Clement hate hilbijartin. Berendamê kurd yê Desteya Birêveber Burhan Sönmez û berendamê Komîteya Lêkolînê, rojnamevanê Basque yê dostê kurd Urtzi Urrutikoetxea ku ji aliyê PENa kurd ve hatibû pêşniyar kirin bi …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin: Pîrik (Pîrka Min Nûra Keye û Dayika Min Xensê)

Pîrik; Di nav me xelkên Beriya Mêrdînê de, ji wê jina ku bi temenê xwe mezin, xwedî serborî û zanîn di jihevxelaskirina jinên ducanî de (Pîrik) tê gotin. Anku ewa ku jinan diwelidîne.. Bi erebî jê re dibêjin Daye (داية), bi ingilîzî dibêjin (Midwife). Nûra Keye pîrka bavê min (Pîrik bû). Jinên gundê me û jinên bi 10-15 km ji …

Read More »

XEZAL

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zilamek û sê kurê wî hebûn. Rojekê zilam her sê kurê xwe li dora xwe dicivîne û ji wan re dibêje: – Kurê min hûn mezin bûn. Ê dî herin ji xwe re li dinye bigerin. Piştî gotinên bavê xwe, her sê xort ji bo rêwingiye xwe …

Read More »