Monthly Archives: Cotmeh 2018

Cotmeh, 2018

  • 10 Cotmeh

    Dr. Nûreddîn Zaza (Berî 30 salî li Lozan ji hespê xwe peya bû!)

    Bi helkeftina ku di roja 07/10/2018’an de, (30) sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, bi min xweş e ku em wî bibîr bînin.. Têkoşîniya wî, ked û xebata wî ji zarokên xwe re bibêjin û şanî wan bidin.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me, …

  • 9 Cotmeh

    Aqil Taca Zêrîn e, Li Serê Me Kurdan Çima Nîn e?

    Kitêba Pîroz Mizgînî bi hevoka “Di destpêkê de peyv hebû” dest pê dike. Lê kitêba pîroz rast nedigot. Di destpêkê de peyv nebû, di destpêkê de tevger hebû û her tişt ji tevgerekê pêk hat û hîn jî ji tevgeran pêk tê. Tevger bereket e, tevger çêbûn, tevger zêdebûn e û tevger azadî ye. Wekî Abbas Ahmed ji niha ve …

  • 7 Cotmeh

    Rojnamegerê kurd xelata rojnamegeriya lêkolînerî girt

    Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî(Behrouz Boochani) bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewşa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî xelata rojnamegeriya lêkolînerî ya Anna Politkovskaya girt. Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: “Mijara ku bi taybetî tê veşartin wî raxistiye ber çavan.” Par ‘No Friend’ …

  • 7 Cotmeh

    Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî

    Bi dehê salan e ku li vî welatî ne tenê “Genozid”eke çandî an jî  Genozideke sipî heye. Ez behsa dîrokê nakim ku ji 1923’yan ve heta niha çandek tê talankirin, zimanek tê kuştin û miletek tê qirkirin. Ezê tenê behsa pêşangeha pirtûkan bikim, ya ku di navbera 25 heta 30.09.2018’an de ji hêla TUYAP’ê ve li Amedê lidardikeve. Di bernameya …

  • 6 Cotmeh

    Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

    Îro “helbestên” li Bakur têne nivîsîn sedî jê 98 helbestên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan! Meriv nikare jê re bêje “reşbelek” jî çimkî di reşbelekan de peyvên hatî bijartin hene, cerib hene, sêwirînek heye, kûrbûnek heye… Ne kes dilê xwe bigire, ne jî xwe tehl bikin; kerem bikin helbestên xwe li tirkî welew erebî werbigerînin û vegerin bixwînin, pey re …

  • 5 Cotmeh

    Çalakvana Kurd Nadya Murad bi Nobelê hat xelatkirin

    Çalakvana Kurd a Êzdî Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo sala 2018an wergirt. Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek keçên êzîdî hat revandin û pişt re di roja 14/9/2014an de ji destê DAIŞê …

  • 5 Cotmeh

    Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

    Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne. Hinek dubeytiyên wî di “Defterî Dewrey Baba Serheng”î de …

  • 5 Cotmeh

    Di Kurmancî De Zayend

    Di Kurmancî de her mijarek giranîyek wê he ye. Mijara zayendê, ji ber ku di her zimanî de tune ye, taybetmendîya zimanê me ya herî girîng e. Divê em vê girîngî û balkêşîya Kurmancî, rast û baş bikarbînin û her wiha di vê qadê de rêzik û qeydeyên rastnivîsa zimanê xwe jî bi cî û war bikin.   Zayend di …

  • 5 Cotmeh

    xatir

    min xewnek dîtî çawa dûr ketim bi xatirxwestin kelogirî çû ferek ji çavên xwe li bal te hiştî roniya rojê li xwe tarî kir maweyek dirêj bendewar bûm ez mîna pê zanî tim li bîrê bûyî gelek kes hebûn ji bilî me li wir bi çaverûyê bi me re dikenîn me jî ji bîr dikir ew hesreta bar min go …

  • 5 Cotmeh

    Îrec Mêhrbexş: Her zaraveyeka kurdî bi qasî zimanek e

    Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike. Ji bo pêşgotinê, ez dixwazim hûn li ser asta helbestên kurdî yên klasîk û peywendîya wan bi helbestên klasîk ên zimanên din re fikrê xwe bibêjin? Helbesta klasîk, bi giştî ji alîyê asta …