Çarşem , Pûşper 19 2019
Destpêk / 2018 / Cotmeh (pel 2)

Arşîvên Mehane: Cotmeh 2018

Di Pêkanîna Nasnama Netewî de Bandora Edebiyatê û Ziman

Kurd di pêkanîna nasnameya netewî de ziman û edebiyatê datînin kur, ez nizanim. Lê, bi qasê ku ez zanim hinek siyasetmedarên kurd qîmet û girîngî nadine edebiyat û zimanê kurdî. Loma jî ew ne bi kurdî bi tirkî siyasetê dikin. Dema mirov tirkî bifikire, birame û bi tirkî siyaset bike dê siyaseta mirov jî bişibe ya tirkan û dê siyaseta …

Bêhtir Bixwîne »

Paradîgmaya Nû: Ziman û Nasname…

Hêzên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê ew bingehên ku hebûn û programên xwe li ser avakirine, bingeha paradîgmayên wan jî pêk tîne. Ew bingeh çi ne? Kurdistan welatekî parvekirî ye, hebûn û mafên wê hatiye înkar kirin. Kurd milletekî ne. Her çend heta îro nikaribin dewleta xwe ava bikin jî, di nav xwe da li ser esasên olî, heremî û lehce …

Bêhtir Bixwîne »

ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”

Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê. Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên bi E, I, U’yê biqedin kurt in, yên dî tev …

Bêhtir Bixwîne »

Zarok dibêjin li pêşangehê pirtûkên bo wan kêm in

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê berdewam e, û zarok gazinan ji kêmbûna pirtûkên li gorî temenê xwe dikin.   Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ber bi dawiyê ve diçe, bi tenê 2 roj mane bê girtin. Kesên xwendekar  ên zanîngehan û akademîsyen bi piranî bo pitûkên zanistî serdana pêşangehê dikin lê dibêjin, ew cûre pirtûk li pêşangehê kêm in û …

Bêhtir Bixwîne »

Gelo Yar Dibe Neyar?

Di jiyana mirov de hîn tişt hene ku dilê mirovan him xweş û geş dikin û him jî dilê mirovan dişewitînin. Ji van tiştan yê ku herî tê zanîn jî; eşq e. Eşq tiştekî wisa ye ku hebûn an jî tinebûna wî  dilê mirovan dişewitîne. Lê piranî hebûna eşqê dilê mirov dişewitîne. Di dîrokê de gelek kesan derdê evînê kişandine …

Bêhtir Bixwîne »

“Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de

Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê de li ser van mijaran, bi taybetî li ser dengbêj …

Bêhtir Bixwîne »

Nûbihar û Avesta li Pêşengeha Pirtûka 2.mîn ya Batmanê Ne

Pêşengeha pirtûkan a Batmanê  ya ewil di  Cotmeha 2017an de bi sernavê ‘Batman Li Her Derê Dixwîne” hatibû li darxistin. Mihrîcana îsal jî di 20-28ê Cotmehê de li Batmanê tê li dar xistin. Hate diyarkirin ku îsal 96 weşanxaneyên tevlê mihrîcanê bûne û di nav van de tenê  Nûbihar, Zehra û Avesta weşanxaneyên Kurdî ne. Her çi qas kurdî pere …

Bêhtir Bixwîne »

Muqayeseya Edebiyata Kurdî û Ya Cîhanê

Hinek kes edebiyata kurdî û edebiyata cîhanê, – bi taybetî jî edebiyata ewropiyan – muqayeseyê hevûdu dikin û dibêjin edebiyata kurdî qels e. Romana kurdî li gor yên cîhanê pirûpir qels e. Heta yek –di kovareke kurdî de – ji encama vê muqayeseyê dîtina romana kurdî tune derdixe. Yekî din – di malpereke kurdî de – dibêje ”romana kurdan heye, …

Bêhtir Bixwîne »

Projeya Berhevkirina Dengên Kurdî ya Şîrketa Lionbridge

Ji gelek hevalan em arîkariyê dixwazin da ku xebata Çandnameyê behtir pêş de herê. Ne wek xwendevan û şopînerekî lê wek xebatkarekî Çandnameyê em arîkariyê dixwazin. Lê di her carê de em bersivên cûda distênin gelek caran jî hevalên me yên Kurdîhêz û Kurdîhez ji ber derdê dabarê dibêjin karên ku dabara me jê newê em nikarin wextê xwe jêre …

Bêhtir Bixwîne »